Galeriya wêneyan

01-02-2021
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Di 1ê Sibata 2004 de ku îro 17 sal di ser re derbas dibe, du kesên xwekuj merasimên cejnê li Liqa 2 a PDKê û Melbenda 3 a YNKê li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin. Di herdu teqînan de 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

Li monumenta şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman a li Hewlêrê, bi amadebûna kesûkarên şehîdan û beşek ji hemwelatî, berpirsên partiyên siyasî û hikûmî, şehîdên 1ê Sibatê hatin bîranîn.

Her çiqas li ser asta fermî ti gotarek nehat pêşkêşkirin, lê nûnerên serokatiya Herêma Kurdistanê di danîna tacegulanan li ser monumenta şehîdên 1ê Sibatê beşdar bûn.

Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw