PANORAMA ROJAVA- Saleke tije bûyer bû

01-01-2016
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sala 2015an ji bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, saleke tije bûyer bû.

Ji girîngtirîn bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê di sala 2015an de çêbûn, kontrolkirina bajarê Kobanî bû. Li ser asta Sûriyê jî, 17 welatên cîhanê li Viyêna li ser nexşerêyeke siyasî li Sûriyê lihev kirin.

Sala 2015an yek ji girantirîn salên zehmetiyê bû, ku bi ser gelên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, derbas bû.

Di vê salê de, gelek bûyerên zehmet pêk hatin û gelek hevdîtin ji boyî çareseriya krîza Sûriyê hatin lidarxistin, lê ev sal bidawî hat û hêj xelekên xemgînî û azarkêşiyê li vî welatî berdewam in.

26ê Rêbendanê Kobanî ji aliyê hêzên kurdî ve hate kontrolkirin.

26ê Rêbendanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek bi helkefta rizgarkirina Kobanî ji destê DAIŞê, belav kir.

23ê Sibatê DAIŞê êrîşî ser gundên Asûriyan kir, ku dikevine başûrê Çemê Xabûr, li Hesekê.

06ê Adarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji bo kampanyaya nûavakirina Kobaniyê belav kir.

20ê Adarê Bi helkefta lidarxistina ahenga Newrozê, li Taxa Miftî ya Hesekê, bêhtir ji 50 kesên sivîl di encama teqîneke terorî de, bûne qurbanî û bi dehan kes birîndar bûn.

09ê Nîsanê Hevdîtinên rawêjkarî yên Moskoyê bidawî bûn, ku di navbera şandeya hikûmeta sûrî û beşekî ji opzisyonê de pêk hatin.

11ê Gulanê Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku DAIŞê daxwaza 22 milyon dolar dike li hember berdana barimet û girewên Aşûrî yên di destê DAIŞê de.

31ê Gulanê Bêhtir ji 20 welatiyên kurd, li Rojavayê Kurdistanê, jiyana xwe jidest dan. Sedema wê yekê jî ew bû ku agirekî dijwar, bi navenda tendirustî ya Taxa Cirnikê ketibû.

16ê Pûşberê Hêzên kurdî bajarê Girê Sipî bi tevayî kontrol kir.

24ê Pûşberê Şer di navbera çekdarên DAIŞ û hêzên alîgirên desthilata sûrî de, li Hesekê,  pêk hat.

25ê Pûşberê Çekdarên DAIŞê êrîşî ser Kobaniyê û Hesekê kirin.

25ê Pûşberê Daxuyaniyek ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê bûyerên Kobaniyê derket.

01ê Tebaxê YPG ragihand ku wan bajarê Hesekê bi tevayî kontrol kir.

04ê Tebaxê Rêveberiya Ragihandinê li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê karê herdu dezgehên medyayî (Rûdaw) û (Orient) qedexe kir.

27ê Tebaxê Hejmarek ji welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di nav qurbaniyên barhilgira Awustiryayî de hatin dîtin.

02ê Îlonê Zarokê kurd ê 3 salî yê bi navê Alanê Kurdî di Deryaya  Egeyê de binav bû. Di heman bûyerê de birayê Alan ê bi navê Xalib û dayika wan a bi navê Reyhaneyê binav bûn.

04ê Îlonê Alanê Kurdî ligel bira û dayika xwe, li Kobaniyê hatin binaxkirin.


21 Îlonê Kameremanê Rûdawê Mesûd Eqîl ji destê DAIŞê rizgar bû.

10ê Cotmehê Damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate ragihandin.

30ê Cotmehê Hevîdtina Viyênnayê derbarê rewşa Sûriyê, pêk hat.

14ê Mijdarê Civîna Sêyem a Viyênnayê derbarê krîza Sûriyê bidawî bû.

13ê Mijdarê Bajarok û navçeya Holê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatin kontrolkirin.

13ê Berfanbarê Hêzên YPG û Asayişê girtin ser gundê Swêdiyê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê û hejmarek ji welatiyên Kurd girtin.

17ê Berfanbarê Asayişa Rêveberiya Xweser bi 3 otombîlên agirkuj êrîşî ser xwepêşandana Roja Alaya Kurdistanê kirin.

18ê Berfanbaê Encumena Asayişa Navdewletî, li New Yorkê, biryara 2254 derbarê rewşa Sûriyê ragihand.

20ê Berfanbarê Serokê Herêma Kurdistanê nameyeke spasiyê şande ji bo serokatiya ENKS, di derbarê hildana Alaya Kurdistanê li Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê û Barzanî di vê nameyê de, êrîşa li ser Alaya Kurdistanê şermezar kir.

25ê Berfanbarê Serkirdeyê Ceyş Elislam Zehran Ellûş, bi bordûmaneke balefirên rûsî, li Şamê, hate kuştin. Ceyş Elislam jî yek ji mezintirîn hêzên çekdar e li Sûriyê.

26ê Berfanbarê Bendava Tişrînê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat kontrolkirin.

Koçberî, penaberî, binavbûn, kuştin, wêranî, bordûman, revandin, hejarî, birçîbûn, serma û nexweşî hemû bûne sedemên wê yekê ku welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê sala 2015an bi xemgînî derbas bikin, lê her ew çaverê ne ku sala 2016an êş û azarên wan bidawî bîne û vegerin jiyana xwe bi asayî birêve bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst