ROJAVA- Panorama teqînên salekê

01-01-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Sala 2015an gelek teqîn li Rojavayê Kurdistanê pêk hatin. Di encama wan teqînan de jî welatiyên sivîl bûne qurbanî.

 

Bajar û bajarokekî Rojavayê Kurdistanê bê teqîn nema, êdî vê yekê jî metirsî li ser jiyana xelkê dirust kir.

 

Aliyê ku bêhtir ev teqîn li xwe girtin, rêxistina DAIŞê bû.

 

Rojavayê Kurdistanê, weke hemû herêm û navçeyên Sûriyê, bûye armanca teqîn û terorê, herwiha ketiye ber ziyanên metirsiyê li ser jiyana sivîlan dirust dikin.

 

Sala 2015an teqînên mezin û ziyandar bi ser Rojavayê Kurdistanê de anîn, bi awayekî ku kesên bêsûc bûne qurbanî û bi koçbûna vê salê û pêşwazîkirina sala 2016an jî hêj ev teqîn berdewam in.

 

Êvara Cejna Newrozê, Kurdên bajarê Hesekê, li Taxa Miftî ahenga cejna xwe ya neteweyî lidar xistin, lê destê terorê gihişte wê devera ku sivîlan şahiya xwe dikirin, êdî terorê bi teqînên dijwar êrîşî wê deverê  kir û kêfa welatiyên Kurd di êvara Cejanli Newrozê de şikand.

 

Di encama vê teqînê de bêhtir ji 34 kesên sivîl, jiyana xwe jidest dan û nêzî 130 kesî birîndar bûn.

 

31.05.2015Teqîna Navenda Tendirustî ya Cirnikê

31ê Gulanê bêhtir ji 20 welatiyên Kurd, li Taxa Cirinkê ya Qamişlo, jiyana xwe jidest dan.

Sedema wê yekê jî ew bû ku di encama teqînekê de, agirekî dijwar, bi navenda tendirustî ya Taxa Cirnikê ketibû.

 

21.06.2015  Teqîna  li pişt Hotêla Hedaya li Qamişlo

Hotêla Hedaya ku sala 2014an jî teqîneke mezin dîtibû, her di 21ê Pûşbera 2015an de jî teqîneke xwekujiyê li pişt vê

hotêlê pêk hat, ku DAIŞê navendeke ASAYIŞê kiribû armanc û di encamê de, endamekî asayişê jiyana xwe jidest da.

 

25.06.2015  Teqîna Murşid Pinarê

25ê Pûşberê teqîneke xwekujiyê, bi otombîleke bombekirî, li dergehê Murşid Pinarê pêk hat.

Deriyê Murşid Pinarê dikeve navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê.

 

19.08.2015 Teqîn li Taxa Pîşesaziyê ya Qamişlo

Rêxistina DAIŞê teqîna otombîleke bombekirî li Taxa Pîşesaziyê ya dikeve rojhilatê Qamişlo li xwe girt, ku di vê teqînê de baregeheke ASAYIŞê bibû armanc û di encamê de nêzî 16 kesên sivîl jiyana xwe jidest dan û nêzî 56 kes jî birîndar bûn.

 

14.09.2015 Teqînên Hesekê

14ê Îlonê 2 teqîn li Hesekê pêk hatin, di encamê de 26 kesan jiyana xwe jidest da û 80 kes birîndar bûn.

Êrîşa yekem xaleke Asayişê li Taxa Xişman a bakurê Hesekê kire armanc.

Di vê teqînê de jî 21 kesî jiyana xwe jidest da û bi dehan kes birîndar bûn, ku piraniya wan ji sivîlan bûn.

Teqîna duyem jî piştî ya yekem bi nîv demjimêrê bû, li ber dibistanekê pêk hat û 5 welatiyan tê de jiyana xwe jidest dan û 22 kesên din birîndar bûn.

 

21.09.2015 Teqînên Serê Kaniyê

21ê Îlonê bi 2 otombîlên teqîner teroran êrîşî ser bajarê Serê Kaniyê kirin.

Serê Kaniyê, ser bi parêzgeha Hesekê ye li Rojavayê Kurdistanê.

Di encama van teqînan de 3 endamên ASAYIŞê jiyana xwe jidest da û 9 sivîl jî birîndar bûn.

 

10.12.2015 Teqînên Til Temirê

10ê Berfanbarê 3 teqînên mezin, bi otombîlên bombekirî, li Til Temirê pêk hatin. Di encamê de bêhtir ji 50 kesî jiyana xwe jidest dan û nêzî 70 kesî jî birîndar bûn, ku piraniya wan sivîl in.

Til Temir ser bi parêzgeha Hesekê ye.

 

30.12.2015 Teqînên Taxa Wista Li Qamişlo

Di ahengên serê sala nû de, li Taxa Wista ya ya Siyasî li Qamişloyê 3 teqîn pêk hatin.

DAIŞê ev teqîn li xwe girtin û di encamê de bêhtir ji 18 kesan jiyana xwe jidest dan û bêhtir ji 35 kes jî birîndar bûn.

Piraniya qurbaniyên van teqînan ji pêkhateya Xrîstiyanî ne.

Piraniya nişteciyên Taxa Wista Xiristiyan in û ev herdu Tax dikevin nîvê bajarê Qamişlo.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst