Şêwekar Mehmûd Celayîr ji Bakurê Kurdistanê bajarê Çewlîgê ye. Wî 1972yê li Stembolê Akademiya Hunerî xelas kiriye. Mehmud qasî 20 salan li Almanyayê jiyaye û niha li Stembolê dijî. Wî li gellek welatan pêşengeh vekirine û gellek xelatên navnetewî wergirtine. Îsal Mehmûd li bajarên Almanyayê Berlîn, Bonn û Rosenheimê pêşengeh vekirin. Pêşangeha wî ya li Rosenheimê hîn jî didome.
Rûdaw: Gava te di dibistanê de dixwend, di nav civata Kurdistanê de şêwekarî pirr nedihat naskirin, pirraniya xwendekaran dixwestin bibin doktor, endezyar û hwd. Te çima şêwekarî hilbijart?
Mehmûd Celayîr: Hilbijartina min ya şêwekariyê bi pêvajoyekê pêk hat. Ango destpêkê armanceke min ku ez şêwekar bim nebû. Di dilê min de daxwaza vegotina hin tiştan, jêpirsina civat û erdnîgariya ku ez jê têm hebû. Gava min civat nas kir, kiryarên derûdora xwe fêhm kirin, ew daxwaz zêdetir bû.
Di salên 1970-80yî de te portre, ango wêneyên însanên me yên hejar, yên feqîr, piştre laş û kokên biyan çêdikir. Paşê û heta niha jî tu pirranî bergehên çiya û deştên Kurdistanê çêdikî.
Tiştên ku tu dibêjî raşt in. Ew pêvajoya şêwekariya min bi naskirin û çavdêriya min ya dinyayê ve girêdayî ye. Helbet babetên min yên destpêkê motîfên ku min dikaribû dest lê bidim, hêjayiya wan hîs bikim, bûn. Wisa min rêya xwe dît û ji bo xwe pêgeh vekirin.
Ji bo wêneyên te biwêja “Dîmenên Dramatîk“ tê gotin û piştî salên 90î di wêneyên te de axa reş heye, çima?
Biwêja “Dîmenên Dramatîk“ dîroknasa hunerê Barbara Lipps-Kant ku bîst sal in xebatên min dişopîne û di derheqê wêneyên min de dinivîse, bikaranî. Ez axê wek wêne di nav formên vekêşan de pêşkeş dikim. Biwêja “Dîmenên Dramatîk“ vê bi nav dike.
Di salên 90î de li Kurdistanê terora dewletê destpêkir û bi salan ajot, ez di wêneyên xwe de dixwazim vê yekê bînim ziman. Helbet hûner ji dinyayê ne qutkirî ye û herdem helwestek polîtîk nîşan dide.
Di hemû warên hûnerê de hin rêgeh hene. Tu şêwekariya xwe di nav kîjan rêgehê de dibînî? Şêwekarên ku tu di bin tesîra wan de mayî hene?
Îro edî behsa rêgehan nayê kirin. Tevlîheviya dema me û berhemdariya hûnerî ewqas bi tevger û dewlemend e ku edî bi rêgehan nayê sinor kirin. Ez tenê ji şêwekaran sûd wernagirim. Hûner xwexwedîkirineke pirraliyê dixwaze. Wek mînak sînema ji aliyê dîtinî ve malzemeyeke pirr girîng peşkeş dike. Wek mînak derhênerê Rûs Andre Tarkowsky di fîlmên xwe de bi ditîniya tîrî û melankolîk bandora xwe li ser gellek şêwekaran kiriye. Gava em li dîroka şêwekariyê binêrin, Rambrant, Goya, Van Gogh û ji yên hemdem Jackson Pullock, di roja me de şêwekarê alman Anselm Kiefer ji bo min şêwekarên giring in.
Di nav Kurdan de kevneşopiya şêwekariyê heye? An jî şêwekarek çawa dikare ji çavkaniyên dîroka Kurdan ji bo peşvebirina hûnera xwe sûd werbigire?
Wek hemû neteweyên rojhelatî, di nav Kurdan de jî kevneşopiyeke şêwekariyê nîne. Lê çavkaniyên ku em bikaribin jê sûd werbigirin hene helbet. Em dikarin wan wek erdnîgarî, dîrok, hûnera gelerî, vegotinên mîtolojîk û hafizaya dîrokî rêz bikin. Ew warên ku hêj nehatine kifşkirin, ji bo hunermendekî hemdem gellek derfetên vegotinê pêşkeş dikin. Divê ew materyalêb saf bi normên hemdem bînin cem hev, wiha sentezêkê çêbikin.
Huner ji bo xweîfadekirinê alavek e, gelo wêne ji bo xweîfadekirinê alavekî baş e?
Ji ber ku hunera şêwekariyê alaveke vegotinê ya dîtbarî ye, îro derfetên vegotina wê pirr in û ji bo xweîfadekirinê hunereke kêrhatî ye. Di roja me da tv, sînema, vîdyo û medyaya sosyal giringiya hunerên dîtbarî zêde dikin. Lewra hestyariya têgihiştina însnan bi materyalên dîtbarî şekil digire.
Demek dirêj e tu di wêneyên xwe de wek materyal axê bikartînî, heta nîvê hinek pêşengehên te wêneyên axê ne.
Ax siruşt e, elementeke bingehîn ya siruştê ye û mirov dikare pirralî li ser xebatê bike. Ji bilî wê, ji ber kokên xwe, ji ber erdnîgariya ku ez jê têm, materyalê ku ez herî baş nasdikim û pêwendiya min pê re herî baş e, ax e. Ax bîra kolektîf e, dîrok e, tekoşîn e, jar e û ya herî giring, ax welat e. Ji ber wan sebeban, bi taybetî ji bo civaka Kurdistanê, bêtir wateyeke giring û sembolîk ya axê heye. Dîsa ax ji aliyê dîtinî ve pirr dewlemend e ku di vê wateyê de ji bo zimanê min yê şêwekariyê pir r musaîd e. Dîsa ax ji bo razberkirinê jî vekirî ye.
Tu piştî 1985-86ê ji bîst salan zêdetir li Almanyayê jiyayî û tu li gellek welatên Ewropayê pêşengehan vedikî. Ewropî şêwekariya te çawa dinirxînin?
Li Almanyayê wek hunermendekî biyanî cihgirtin ne hêsan e, lê ew nayê wê wateyê ku civaka Almanyayê ji bo hunermendên biyanî girtî ye. Gava mirov bi materyalên xwe yê bingehîn ve, bi nasnameya xwe ve zimanekî hemdem biafirîne, hertişt baştir rêvediçe û mirov dikarê di nav derûdorên hunerî de cihekî ji xwe re peyda bike. Ew pêvajoyeke durûdirêj û zehmet e. Min piştî wan zehmetiyan li Almanyayê wek hunermend cihek ji xwe re çêkir. Li vir ya giring ewe ku em bikaribin taybetiyên xwe wek hêjayiyek, wek doletiyek bikarbînin û hestên demê têbigihijin. Pêwendiya Ewropiyan û axê, balansa navbera siruşt û çandê winda bûye. Halbûkî pirsgirêka dema me ya herî giring parastina siruştê ye, dîsa pêkanîna ew şîîrîtiya sirustê ye. Ez bawer dikim min bi materyalê dîtînî, ku min ji gundekî Çewlîgê anî, zimanekî şêwekariyê pêkanî û wisa bala hunermendên Ewropayî kişand. Ew ji bo min şansek bû.
Materyalên wêneyên te pirranî erdnîgariya ku tu lê ji dayik bûyî yî, ango Kurdistan e. Çima tu ewqas bi fanatîkî girêdayî wê axê yî?
Ez materyalên xwe bi zanabûn hildibijêrim. Em di welatê xwe de ji dayik bûn, mezin bûn, lê piştre em jê dûr ketin. Pêwendiya me û welatê me travmatîk e. Ew mîrateke ku ji dîroka me ya nêzîk bi serîhildanan, nefîkirinan û koçberiya me maye. Ez vê mîratê wek materyalekî hunerî her bi jêpirsinê û ji her alî dîsa nûkirinê ve bikartînim. Ez vê bi fanatîkî girêdabûna bi erdê xwe pirr hêja dibînim, ew min ji yên din cudatir dike, taybetiya min derdixîne holê.
Tu di pêşengehên xwe yên dawî de pirranî ji hereman navên cihan bikartînî, wek Pê Kerûn, Rêya Qral û hwd. Tu dixwazî mesajeke çawa bidî?
Armanca hilbijartina wan navan diyarkirina nasnameyekê ye, ji bo ew cîhê ku ew materyal jê tê hurmetek e. Lewra ez herêmiyê pirr berz dinirxînim. Bi taybetî jî ji bo me ew pirr giring e.
Jiyana te ya Ewropayê bandora xwe li ser şêwekariya te nehiştiye? Gelo li Ewropayê materyal nîne?
Jiyana min ya Ewropayê li ser şêwekariya min gellekî bandora xwe heye. Ez li vir, wekû Alman dibêjin “Beobachtungsweise“, wisa wek hunermend hîn bûm ku cudatir û rast çavdêriya derûdora xwe bikim û têbigihijim. Ji ber wê jî min di hilbijartina materyalên xwe de zehmetî nekişand.
Tu li Tirkiyê ji pêşangehan vedikî. Wek hunermendekî Kurd tu rastî tengasiyan tê? Sinorê xweşdîtinê ji bo hunermendên Kurd heta kû derê ye?
Hîn jî ji bo hunermendên Kurd sinorên xweşdîtinê hene, lê ne wek berê ye. Ew jî bi hêza xebatên hunermendan ve girêdayî ye. Berhemekî hunerî yê baş hemû sinoran derbas dike û pêşhukmên însanan paqij dike. Di vî alî de min hertim sîhira hunerê pêşkeş kir û însan matmayî hiştin.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse