Wezîrê Macar: Alîkariyên me dê ji bo Herêma Kudistanê berdewam bin

28-05-2017
RÛDAW
A+ A-

Mecaristan ku welatekê ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye 150 serbazên xwe şandiye Herêma Kurdistanê.

 

Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ragihand ku hikûmeta welatê wî biryar daye ku hejmaran serbazên xwe li Kurdistanê zêde bike û dike 200 serbaz.

 

Peter Szijjarto wiha got: “Mecaristanê teqemenî û çek ji pêşmerge re şand û dermankirina pêşmergeyên birîndar jî li xwe girtiye. Bê guman alîkariyên me dê berdewam bin.

Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê pirsên Rûdawê yên derbarê rojevê de bersivandin.

 

Di şerê li dijî DAIŞê de zêdetirî du salan e hûn alîkariya Herêma Kurdistan û Iraqê dikin. Piştî ku Mûsil hat rizgarkirin alîkariyên we dê berdewam bikin?

 

Li şerê dijî DAIŞê em jî di nav hevpeymaniya navdewletî de ne. Di çarçoveya parastinê de heta niha 150 leşkerên me li Hewlêrê bicî bûne. Hêzên me wekî pisporên rahênana leşkerî jî kar kirine. Em dixwazin hejmara leşkerên xwe 150 leşkeran bikin 200 leşker li herêmê.

 

Digel vê yekê em dixwazin şêwirmendiya leşkerî jî pêş bixin.  Yanî em dixwazin zêdetir beşdar bibin û alîkariyan zêdetir pêşkêş bikin. Wekî tê zanîn me ji pêşmerge re çek û teqemenî şandine û dermakirina pêşmergeyên birîndar jî li xwe girtiye. Bê guman alîkariyên me dê berdewam bikin.

 

Ew teqemeniyên we ji pêşmerge re şandine we yekser şand yan jî we bi rêya Bexdayê şand?

 

Her çi be, em rêkeftinê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dikin, çimkî em naxwazin pirsgirêk çêbibin. Em dizanîn ku ew rewşekî hestiyar e. Lê belê em hêvîdar in ku rêkeftineke aştiyane di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser berjewendiyên du alî hebe.

 

Beriya 2 salan Serokwezîrê Macaristanê gotibû ku ew dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin. Welatê we niha jî li ser heman helwestê ye?

 

Em her tim hewl didin ku xwe ji pirsgirêkên naxweyî yên welatên din dûr bigirin. Em naxwazin aramiya li herêmê têk here û pirsgirêk derbikevin. Ez hêvî dikim ku li ser vê mijarê Kurd û Iraqî di navbera xwe de li hev bikin.

 

Kurdan ji bo serxwebûnê biryar daye ku referandûmê pêk bîne...

 

Di werzîş û siyasetê de heveokên bi peyva “eger” dest pê dikin bê weta ne. Lewma ez xwe ji rewşekê wiha dûr digirim, çimkî ev yek pirsgirêkek hestiyar e. Peywendiyên we ligel hikûmeta navendî û Serokomarê Iraqê baş in. Wekî ku ez dibînim Bexda û Hewlêr dixwazin bi rêyên aştiyane pirsgirêkan çareser bikin. Ev yek helwesteke girîng e. Dikarin sûdê ji rêyên diyalogê werbigrin.

 

Tê gotin ji ber ku Amerîka ji herêmê çûye DAIŞ derket holê. Tu derbarê vê yekê de çi dibêjî?

 

Di heyama çend salên borî de civaka navnetewî derbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê de biryarên nerast daye. Divê em baş bizanin çandên cuda, mîrateyên cuda, olên cuda, kevneşopiyên cuda û nêrînên cuda hene. Yek pîvan ji bo hemûyan çênabe.

 

Divê dema ku biryarên navnetewî têne dayîn encamên wê jî bêne hesabkirin. Şandina hêzê bo cihêkê, heta qonaxekê kar hêsan dike. Lê bicîkirina aştî û aramiyê mijarekê din e. Rêveberiya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn polîtikayên şaş meşand.

 

Tu dikarî çend minakên şaşiyên polîtikayên rêveberiya Barack Obama bidî?

 

Em hêvîdar in ku Serokê Amerîka û Rûsya bikarin peywendiyên pragmatîk, serkeftîtir yan jî dostanê danin. Dema em wîsa diaxivin medyayên navnetewî me wekî sixûrê Pûtin tawanbar dikin. Em alîgiriya ti aliyan nakin. Em têne ligel berjewendiyên niştimanî yên xwe û berjewendiyên giştî yê Ewropayê ne.

 

Berjewendiyên Mecarestinê di heman demê de berjewendiyên Ewropayê ne jî. Lewma em naxwazin di navbera Rûsya û Amerîkayê de dijminatî hebe. Çimkî di dîrokê de diyar bûye ku keşeyên di navbera welatên Rojava û Rojhilat de bandorê zêdetir li Ewropaya naverast dike. Em naxwazin aliyê şikestin bin.

 

Tu siyaseta rêveberiya Donald Trump çawa dinerxinî?

 

Em piştgiriya şêwaza wî dikin. Ew li dijî yek pîvanê ye. Em helwesta yê ya aramî û asayişê ji dil û can piştiriyê didin. Taybetî keyfa min bi gotîna wî ya “Amerîka beriya her tiştê ye” tê. Pêwîst e ku Serokê Amerîkayê vê gotinê bibêje. Ji bo me jî Mecerastan beriya her tiştê tê. Di vê mijarê de em û Amerîka wekî hev in.

 

Parlamentoya Ewropayê ji Mecaristina xwest ku ew yasayên xwe yên derbarê penaberan de biguhere. Li ser vê mijarê tu çi dibêjî?

 

Me bi zelalî behsa vê yekê kir. Em rê nadin ku yek kes jî bi awayekî deryasayî derbasî welatê me bibe. Helwesta me û helwesta Parlamentoya Ewropayê ne wekî hev e çimkî berevajoyê yasayên wê ne. Em wê rêbazê bicî nakin çimkî li dijî xelkê Mecarastinê ye û herwiha ew ne exlaqî ye.

 

Rûsya, Tirkiye û Îranê niha li ser damezrandina herêmên ew li Sûriyê li hev kirin. Tu ji bo vê çi dibêjî?

 

Em piştgiriya her biryara ku ji bo kirîza Sûriyê bibe çareserî re dikin. Tişta herî girîng aramiya xelkê Sûriyê ye û parastina ewlehiya wan e. Biyrara damezrandina herêmên ewle girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst