Almanya(Rûdaw) - 27ê Çileyê li Freiburga Almanyayê premiyera fîlmê “GAV (in Zeiten des Wandels)” yê derhênerê kurd Chepo Gewez hat kirin. Fîlm di 2013 de hatiye kişandin. Piştî nîşandana fîlm mêvanan bi derhêner re naveroka fîlm guftûgo kirin.
Fîlm di nav civaka almanî de pirsgirêkên malbateke kurd kiriye mijar. Bi rastî malbat, bi nêrîna kevneşop, entegre bûye. Endamên malbatê baş perwerde bûne û xwedî tevgereke modern in. Dîsa jî xwe di nav pêşdarazên civaka almanî de dibînin. Carnan bertekên tûj nîşan didin. Lê ji qurmê xwe, ji çanda paşeroja xwe tam neqetiyane, lê digerin. Fîlm vê nakokiyê berçav dike.
Peyamên fîlm, yên ku ji derarastîtiyê (surrealîzmê) diborîn, yên rasterast, hişk û tundrew, weke gellek temaşevanan, ez jî hejandim. Gelo ev şêwaza tundrewiyê çiqas li cih e? Gewez dixwest bi peyamên xwe mêjî biêşîne. Rê û dirba wî ceribandî, ji ziravtiyê heya dînîtiyê tê nirxandin.
Rûdaw: Em ji hejmara fîlmên te destpêbikin.
Chepo Gewez: Ev fîlmê duyemîn e. Yê ewilî min di sala 2000î de kişand.
Peyama sereke ya fîlm çi ye?
Mijar nîjadperestî ye. Peyama min ji bo Almanan e, bila dev ji nîjadperestî, dijminahî û cudanîşandaniya biyaniyan berdin. Ji bo biyaniyên li vir dijîn jî peyamên min hene; bila nîjadperestî, serdestiya çandekê û pişaftinê qebûl nekin. Bila xwe weke qurbaniyan nebînin, çalak bin, wek kesayet xwedî însyatîf bin, jixwebawer gavan biavêjin û bêdudilî xwe tevlî jiyanê bikin.
Di amadekirina fîlm de çi zehmetiyên te çêbûn? Dêrhênerên kurd bi gelemperî bi çi dijwariyan re rûbirû ne?
Ez di bin barê zehmetiyan de mam, bêhtir ji aliyê darayî û teknîkî ve. Wekî din min dixwest jinên Kurdistanî di fîlm de cih bigirin, lê mixabin pêk nehat. Eger ez bi gelemperî qala zehmetiyan bikim; Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê sektora sînemeya kurdî tine ye, fîlmçêker (produktor) û veberhênerên ku bi bawerî pere radizînin wî karî, gellekî kêm in. Lê tevî van kêmasî û tengasiyan jî, di sînemaya kurdî de peşveçûneke mezin heye.
Reaksiyonên temaşevanan çawa ne?
Yên Alman ji fîlm pirr hez nakin, ji ber ku tê de tên rexnekirin. Lê berteka biyaniyan erênî ye, fîlm balkêş û bi zirav dibînin. Çîrok li ser rexneyê hatiye avakirin. Ji bo min ya pêwîst nêrîn û bertekên cuda ne.
Min xwest fîlmekî çêkim ku însan lê bifikirin, gengeşe bikin, rexne bikin. Bi temaşevanan re ez vê danûstandinê bi kefxweşî dikim. Bi baweriya min, di vê mijarê de heya astekê ez gihiştime mebesta xwe.
Di salên dawî de gellek fîlmên kurd hatine kişandin, asta wan bilind bûye. Hin dezgehên piştgirî û organîzekirinê çêbûne, mihrîcanên fîlmên kurdî lidardixin. Tu li kû dera vê xebatê yî?
Têkiliyên me baş in. Derhêner an jî lîstikvan em li hevûdin digerin û danûstandinê dikin. Lê ez di babeta sînemaya kurdî de mirovekî nû me. Hilfa min bi zêdeyî li ser fîlmên psychothriller (bi derûnî rakêş), yên krîmînal, realfiktion (honakên rast) e. Dixwazim ji vî alî ve tevkariyê li sînemaya kurdî bikim.
Planên pêşerojê çi ne?
Ez niha li ser senaryoyeke nû dixebitim. Ez dixwazim li bajarê Hamburgê fîlmekî bikişînim, li ser mijara “evîn û mirinê” ye. Ez dixwazim bêhtirî li ser çîrokên Kurdên diyasporayê bixebitim.
Evîna fîlmkişandinê kengî destpêkir?
Min li Meletiyê psîkolojî xwend, li Berlînê jî felsefe û wêje. Ez bi zêdeyî dinivîsim. Serê min wek yên hemû nivîskaran bi raman û dimenan tijî ye. Min gellek çîrok nivîsandine, kurt û dirêj, niha min destpêkiriye ku wan yeko yeko bînim ser dika spî. Ez ji afirandina realîteyan, realîteyên cuda, yên nû û xerîb hez dikim. Fîlm ji bo min hizir û ramanên azadbûyî ye, warê ceribandinê ye. Ez jî, wek gellek Kurdan, di mejî û dil de zarok mame û bi rastî dixwazim ji xwe re bilîzim, dixwazim ava bikim û xera bikim û dîsa çêkim û bi serwextî û bi têgihiştina rewşenbîrî...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse