Prof. Dr. Altan: Kurdistan dê bibe Swîsre

23-05-2015
RÛDAW
A+ A-



Prof. Dr. Mehmet Altan dibêje di sedsala 21emîn de li Rojhilatanavîn kurd bûne aktorek girîng û heger veberhênan ji bo perwerde, hiqûq, mirov û dadiyaa civakî bên kirin, Herêma Kurdistanê dê bibe “Swîsre”.

 

Mehmet Altan diyar kir Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di asteke bilind de hat pêşwazîkirin û wiha got: “Weke fermî behskirin û daxwaza serxwebûnê ne hatibe bihîstin jî, lê tê xuyakirin li Amerîkayê ev yek bi girîngî bûye mijara gotûbêjan.”

 

Altan anî ziman, li dijî rêxistina DAIŞê serkeftinên herî mezin kurdan bi dest xistiye û got, li herêmê bandora jinan nîne, lê derketina holê ya jinên kurd gelekî girîng e.

 

Prof. Dr. Mehmet Altan pirsên Rûdaawê bersivand.

 

Li gorî polîtîkayên cîhanê û Rojhilata Navîn rewşa kurdan çawa tê dîtin?

 

Ez bawer dikim ku di sedsala 21emîn de ji bo kurdan pişkek mezin hatiye cudakirin. Ji ber sedema ku gelê kurd di sedsala 20emîn de mafê kurdan hatiye xwarin û gelê kurd gelekî êş û zehemtî kişandiye. Kurd ji avakirina dewletek neteweyî bêpar mane. Cîhan jinûve tê dîzaynkirin û Rojhilata Navîn tê guhertin. Ez bawer dikim di vê çarçoveyê de bişkokên biçûk yên nû derdekevin û ji wan dê darek saxlem mezin bibe. Kurd aktorek mezin in û her çiqasî li beramberê êşên kişandin û bedelên dayîn mafê wan neyên dayin jî, ez bawer dikim lê dîsa jî dê bigihîn astek girîng. Cihê kurdan dê li erdnigariya Rojhilata Navîn di xalekê bi bandor de be.

 

Hûn rewşa Başûrê Kurdistan a ber bi dewletbûne ve diçe çawa dibînin?

 

Hemû cîhan û kurd jî dizanin ku Kurdistana Iraqê gelekî pêşketiye û mezin bûye û gihîştiyê asta bibe dewletek biçûk. Divê ahenga diherîke, pêşketin û mezinbûna wê nebe qurbaniya hevrikiya siyasî. Li Kurdistanê Iraqê pêşbirka demokrasiyê daxwaza me hemûyan e. Demokrasî ji bo pêşketin û azadiyê gelekî girîng e. Li gorî min di sedsala 21emîn de “li şûna kî dê bibe rêber, ka dê çawa rêveberiyê bike girîngtir e. Yanî fikra “Ka êz dê çawa rêveberiyê bikim” dê karê kurdan hêsan bike. Her di sedsalê de cîhan jinûve tê avakirin û sînor jinûve tên xetkirin. Sînorên Rojhilata Navîn di serdema 1emîn Şerê Cîhanê de hatiye çêkirin lê ne sînorên xwezayî ne. Diyar e li wê derê xetên nû dê were danîn û ez dixwazim bibêjim di vê çarçoveyê de kurdên bigihîjin hin mafên xwe.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû Amerîkayê û got. “Kurdistana serbixwe di rê de ye”. Hûn wê serdanê çawa dibînin?

 

Mesûd Barzanî di asteke bilind de hat pêşwazîkirin. Weke fermî behskirin û daxwaza serxwebûnê ne hatibe bihîstin jî tê xuyakirin li Amerîkayê ev yek bi girîngî bûye mijara gotûbêjan. Li gorî min jinûvekirina wê herêmê girêdayî rewşa Iraqê ye. Yanî paşeroja Iraq û Sûriyê di pozîsyon û stratejiya Kurdistana Iraqê de cih digire. Herwiha pêwendiyên baş ên Kurdistanê ligel Amerîkayê heye. Divê gavên demokratîk zû were avêtin. Pêwîst e girîngî ji bo perwerdeyê were dayîn. Divê ji bo perwerdeya zanîngehê veberhênan bên pêk anîn.

 

Çi bû kurdan demildest bala cîhanê kişand û çawa bû kurd di sedsala 21emîn de bûn aktorek girîng?

 

Helwesta laîkbûna kurdan gelekî girîng e. Li dijî rêxistina DAIŞê serkeftinên herî mezin kurdan bi dest xist. Li herêmê bandora jinan nîne, lê derketina holê ya jinên kurd gelekî girîng e û herwiha berxwedana jinên kurd a li Kobanî...

 

Di derketina pêş a kurdan de bandora petrolê heye?

 

Petrol ji aliyeke ve dewlemendî ye, lê ji aliyeke ve civakê ji hilberiyê dûrdixe. Yanî di serî de dewlemendiya petrola Kurdistanê avantaj e lê pêş de dibe ku bibe zerar. Ji ber vê yekê jî divê pereyên ji petrolê bên di aliyê hilberiyê de were bikar anîn. Dahatên petrolê derfetetek  û çavkaniyeke mezin e lê bi yek şertî: Li şûna yekser bê xerckirin, divê ji bo teknolojiyê, hilberiyê, mirovan, dadiya civakî bên bikaranîn. Dê vê demê herêma Kurdistanê bibe Swîsre.

 

Pêşmerge û şervanên YPGê bihev re li dijî rêxistina DAIŞê şer kirin. Lê car caran di navbera partiyên siyasî de kêşe derdikevin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

 

Ez bawer dikim heger kêşeyên di navbera aliyên siyasî de kûr bibin, dê ji bo wan bibe pirsgirêk. Heger di navbera wan de şerê rêvebiryê û desthilaiyê rû bide, dê hemû kurdên zirarên bibînin. Divê enerjiya xwe di çarçoveyên demokrasiyê de ji bo karên erênî bikar bînin.



Heger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartinê derbas neke dê ji bo kurdan û Tirkiyeyê çi were guhertin?

 

Heger HDP benda hilbijartinê derbas neke, ez bawer dikim ku rojên gelekî xeter dê rû bidin. Herwiha dibe ku ev bibe sedema aloziyan jî. Heger HDP benda hilbijartinê derbas neke, dibe kû çek jinûve derbikeve holê. Ez dixwazin benda hilbijartinê derbas bike û em wan rojên bêaram nebînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst