Kazimî bo Rûdawê: Me bêzarbûna xwe ji tevgerên Tirkiyê nîşan da

10-05-2021
Şehyan Tehsîn
Şehyan Tehsîn
Nîşan Mistefa Kazimî Şehyan Tehsîn PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekez dike, “Me çend caran bêzarbûna xwe li hindava çend tevgerên Tirkiyê nîşan da, ku taybet in bi yekalîkirina kêşeyên wê bi PKKê re.”

Hevpeyvîneke Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Şehyan Tehsîn re li gel pêşkêşkarên pênc televîzyonên Iraqî.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî qala mûçe û budceya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê, operasyonên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, avakirina hêza hevpar di navbêna Pêşmerge û artêşa Iraqê de, vegera PDK li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û çend mijarên din ên têkildarî Iraq û deverê dike.

Serokwezîrê Federal ê Iraqê Mistefa Kazimî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "Niha komîteyek kar li ser wê yekê dike ku pişka budceya vê mehê ya Herêma Kurdistanê were şandin". Kazimî di bersiva pirsên hevkara me Şehyan Tehsîn de ragihand "Lihevkirina li ser projeya budceyê pir baş bû, madeya 11 baş bû".

Pişka budceya Herêma Kurdistanê û pêwendiya bi Kurdistanê re;

- Niha serdema pêwendiyên zêrîn e di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal a Iraqê de.

- Di salên borî de me ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan kar kir.

- Em bi rijdî kar dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan di navbêna her du aliyan de, rêkeftina li ser projeya budceyê û madeya 11 baş bû.

- Belge ji bo rijdî û cidîbûna me jî niha komîteyek kar dike ji bo şandina pişka budceyê ya vê mehê ya Herêma Kurdistanê.

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Şehyan Tehsîn li gel pêşkêşkarên pênc televîzyonên Iraqê, roja şemiyê 8ê gulana 2021ê li Bexdayê beşdarî hevpeyvîneke hevbeş bi Serokwezîrê Federal ê Iraqê Mistefa Kazimê re bû. Kazimî di caba pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê de, zanyarî û helwest li ser hin mijaran ragihand û ev jî beşek in ji pirs û bersivên Rûdawê li gel Kazimî.

Şehyan Tehsîn: Cenabê serokwezîr, ji dema we serokatiya hikûmetê wergirtiye, salek e hewl didin û kar dikin ji bo vegerandina heybetê ji bo hikûmetê û serweriya yasa li hundir, lê di heman demê de li derve serweriya Iraqê çend caran û berdewam tê binpêkirin ji aliyê hêz û gruban û tew welatan ve jî ku pêwendiyên wan ên baş li gel Iraqê hene, wek agahdar in şerekî bixwîn li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di navbera PKK û Tirkiyê de heye, yên ku dibin qurbanî gundnişîn in, hejmareke zêde jî ji şêniyên gundan derbider bûn û hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe. Di heman demê de ew operasyon ji aliyê Tirkiyê ve tên berfirehkirin bi hênceta hebûna PKKê li wan deveran. Kengî û çawa ew pirsgirêk tê çarekirin? We çi li gel Tirkiyê kiriye ji bo rawestandina wan operasyonan û we çi li gel aliyê din kiriye ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ji bo nehiştina hêncetên Tirkiyê?

Kazimî: Bê guman Iraq nabe meydanek ji bo gefxwarina li cînarên xwe. Tirkiyê welatekî cînarê me ye, Îran welatekî cînar e, Erebistana Siûdî welatekî cînar e, Kuwêt jî welatekî cînar e. Ti lojîk tune ye ku em rê bidin ti kesî çi kes dibe bila bibe, bi kirdeyên çekdarî gefê li welatên cînarên me bike. Tirkiyê welatekî cînarê me ye û pêwendiyên wê yên pir baş bi Iraqê re hene. Me çend caran bêzarbûna xwe li hindava çend tevgerên Tirkiyê nîşan da, ku taybet in bi yekalîkirina kêşeyên wê bi PKKê re. Tirkiyê jî fam dike ku ji ber çi me bêzarbûna xwe ragihand, lê kir û karên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Iraqê nayên qebûlkirin û nabe ji axa Iraqê gefê li welatekî cînar bixwe. Her wiha gefê li şêniyên herêmê jî dike, erê em niha kar dikin ji bo sepandina hebûna dewleta Iraqê li çend navçeyên ku metirsî hebû çend grubên çekdar wan bi kar bînin, ew navçe li sînorê herêmê ne, li sînorê Sûriyê, bo çareserkirina wan bi rêya hevahengiya ligel hikûmeta herêmê. Em hevahengiyên dikin ji bo guherandina dîtinan, carekê li gel hikûmeta herêmê û carekê bi hevahengî û karê hevpar ji bo nêzîkkirina dîtinan bi Tirkiyeya cînara me re. Çunkî divê hikûmet bi erkê xwe rabe ji bo parastina axa me. Bê guman em bi hikûmeta herêmê re dixebitin ji bo kêmkirina bandorên wan operasyonan.

Şehyan Tehsîn: Gelo hikûmet serwext bû berî destpêkirina wan operasyonan?

Kazimî: Bê guman em qet ne serwext bûn, lewma me bang li kargerê karên balyozxaneyê kir, me çed caran jî nerazîbûna xwe nîşan da û me daxuyanî belav kir û me bang li balyozê Tirkiyê kir ji bo nîşadana nerazîbûnê li hember wan operasyonan.

Şehyan Tehsîn: Gelo xalên eskerî yên nû hene ku Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê de çê kiribin? Çi di der barê wan xalên eskerî de heye?

Kazimî: Me bang li kargerê karên balyozxaneyê kir û me nerazîbûna xwe pêşkêş kir. Her wiha me pêwendî bi hikûmeta Tirkiyê re kir û wezîrê berevaniya Iraqê berî du rojan bi hemkûfê xwe yê tirk re axift û nerazîbûn nîşanî wî da, wî jî got çewtiyek çê bûye û bûye sedem ku artêşa Tirkiyê were nav axa Iraqê.

Şehyan Tehsîn: Cenabê serokwezîr, yek ji hokarên alozbûna pirsgirêkan di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de bûyerên Kerkûkê ye di sala 2017an de, piştî referendûmê û heya niha, beşek ji şêniyên Kerkûkê venegeriyane malên xwe û beşek ji aliyên konevanî jî venegeriyane, wek nimûne Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) heya niha baregehên xwe wernegirtiye, çima heya niha baregehên PDKê li Kerkûkê nehatine radestkirin? Gelo demek heye ji bo radestkirina wan baregehan, di demekê de ku Iraq ber bi hilbijartinan ve diçe?

Kazimî: Divê em îbretan ji şaştiyên xwe bigirin. Îmamê Elî silavên xwedê li ser bin kerem kiriye ku divê em îbretan ji şaştiyên xwe bigirin. Em vêga di qonaxa avakirina baweriyê de ne û ber bi hilbijartinan ve diçin. Di hilbijartinan de jî divê derfeta wekhev ji hemûyan re berdest be, ew kes kî dibe bila bibe, ji wan jî PDK, YNK, Bedir, Partiya De`wa, Hîkme û bizavên din, divê derfeta wan wek hev be. Her wiha bizavên serbixwe û ciwanan ku cara pêşî ye tev li hilbijartinan dibin, divê wekhevî ji hemûyan re hebe. Çend ofîsên PDKê li Kerkûkê hene û bi sedema tişta di 2017an de qewimî, divê wan baregehan bi dest bixe li gor hêjatiya xwe ya civakî ji bo xizmetkirinê, bê guman me komîteyek pêk aniye û me li hev kiriye li ser vegerandina çend ofîsan li çend parêzgehan bo partiyan, ne tenê PDKê, van nêzîkan jî ew ofîs dest bi karên xwe dikin, lê bêyî çekdar, çunkî rê nayê dan çekdar li wan baregehên partiyan hebin, pir bi piştrastî jî prensîba dadmendiyê ji bo hemûyan dibe.

Şehyan Tehsîn: Berî hilbijartinê?

Kazimî: Erê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst