Hunermendê îranî Areş: Kurdistan mîna welatê min e

10-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê îranî Areş Lebaf diyar kir ku ew Kurdistanê mîna welatê xwe dibîne.

 

Hunemendê îranî Areş Lebaf, ku li Swêdê dijî û ji bo kişandina klîpa xwe ya bi navê “On Day” hatibû Başûrê Kurdistanê, bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Rûdaw: Te çima Hewlêr ji bo klîpa xwe hilbijart? Ev cara yekem e tu tê Hewlêrê?

 

Areş Lebaf: Na ez beriya niha jî çend caran hatibûm Hewlêrê. Hewlêr bajarekî pir delal e, divê her kes herî kêm carekê serdana Hewlêrê bike.

 

Gelo tu difikirî ku cardin serdana Herêma Kurdistanê bikî?

 

Belê, helbet ez difikirim. Ez Kurdistanê mîna welatê xwe dibînim. Eger ez vegerim Îranê dê min bigirin ji ber wê jî ez û xizm û hevalên xwe em li Kurdistanê hev dibînin.

 

Tê gotin ku têkiliyê te bi jibilî hevjîna te bi hinek jinên din re jî heye, bi taybet behsa hevaltiya te û mankena fars Ayler dikin. Gelo ev rast in?

 

Nexêr, qet rast nînin. Ez ji hevjîna pir hez dikim, zarokên me hene. Nûçeyên ku dibêjin min xiyanet li hevjîna xwe kiriye, derew in.

 

Gelo van tiştan navbera te û hevjîna te xirab kir?

 

Nexêr, çimkî hevjîna min pir bi min bawer e, bixwe jî di sektora mûzîkî de ye. Ew dizane ku ev gotegot ji aliyê kesên nexweş ve tên belavkirin.

 

Te got eger ez vegerim Îranê dê min bigirin, çima?

 

Belê wisa ye. Helbet tenê wisa nayê serê min, ji ber ku hunermendên îranî yên ku li derve dijîn eger egerin Îranê dê bên girtin. Dewlet naxwaze tiştekî fêm bike. Belkî jî me bikujin.

 

Te bi gellek hunermendan re duet kiriye. Gelo di bernameya te de heye ku bi hunermendên kurd re jî duetê bikî?

 

Çima na. Ez ji gelê Kurdistanê pir hez dikim. Di bernameya min de heye bi hunermendeka kurd re duetê bikim lê heta niha me biryara dawî nedaye.

 

Tu dikarî navê wê bêjî?

 

Heta strana duetê bigihê asta çêkirinê ez navê wê eşkere nakim.

 

Me zanî ku te li Hewlêrê bi Deşnê Murad û Helly Luv re li ser vê mijarê hevdîtin kiriye. Gelo yek ji wan e?

 

(Dikene) Heta ew proje misoger nebe ez naxwazim behsa vê mijarê bikim.

 

Nêrîna te li ser şerê ku niha Kurdistan li dijî DAIŞê dike, çiye?

 

Ez heta dawiyê li dijî DAIŞê me û serkeftinê ji Pêşmerge re dixwazim.

Gelo tu piştgiriyê didî avabûna Dewleta Kurdistanê?

 

Ez sedî sed piştgiriyê didim. Kurd qet nebûne xwediyê dewleta xwe. Lê niha mercên vê yekê hene.

 

Biyografiya Areş Lebaf

 

Areş Lebaf sala 1977ê li paytexta Îranê, Tehranê ji dayîk bûye. Di 10 saliya xwe de bi malbata xwe ve çûye Ewropayê û heta niha jî li wir dijî. Areş zewiciye û du zarokên wî yên cêwî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst