Siyasetmedarê kurd û Sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed di 93 saliya xwe de 3ê Gulna îsal koça dawî kir.
Sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed çend rojan beriya koça dawî bike Rûdawê hevpeyvînek ligel kiribû.
Ezîz Mihemed got, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî nedixwest rêberê Kurd Mele Mistefa ji Bexdayê veqete.
Mihemed got jî, PKK li hemberî dijmenên xwe zêdetir li hemberî birayên xwe tund e, û ew dixwaze zordestiya xwe li ser Kurdan ferz bike.
Di bernameya Partiya Komûnîst a Iraqê de bîr û ramanên pirsgirêka Kurdan û serxwebûnê hebûn?
Bêguman. Me ji destpêkê ve daxwazên tevgera kurdî anî ziman. Me digot wekî her gelê cîhanê mafê Kurdan jî heye ku çarênûsa xwe diyar bikin. Li gorî me çi bi rêya Partiya Komûnîst be û çi bi rêya tevgereke din be, divê Kurd mafên xwe yên rewa bidest bixine.
Di rewşa niha de Kurdan asta federalîzmê derbas kirine û ber bi serxwebûnê ve diçin. Nûnerên me jî li derveyê welat wekî fermî di asta dewletê de têne pêşwazîkirin.
Li cîhanê gelek dewletên nifûsa wan ji nifûsa Kurdan kêmtir hene. Niha nifûsa Kurdan li Bakurê Kurdistanê 20 milyon derbas kiriye. Li Başûrê Kurdistanê jî nifûs ku berê negihîştibû milyonekê lê niha bûye 5-6 milyon. Li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt heye. Me her tim digot divê Kurd yek bin.
Peywendiyên we bi Partiya Beesî re çawa bû?
Di destpêkê de peywendiyên me bi Beesê re dijwar û xwînî bû. Piştî peymana di 11ê Adara 1970yê de em nêzîk hev bûn. Ji têkoşîna tevgera Kurdî ne dûr bûn. Piştî ku peywendiyên wan ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) baş bû, em jî nêzîk wan bûn. PDK û Iraqê lihev kirin û herêmên Kurdan diyar kirin.
Rêxne li ser têkçûna peywendiyên PDK û Partiya Beesê hene û divê gotûbêj li ser vê yekê bêne kirin. Ji bo pêşketina têkoşîna tevgera Kurdî pêwîst bû ku PDK ligel Iraqê bimîne. Peywendiyên me jî wiha ligel Partiya Bees dest pê kir. Me hêvî dikir ku xalên peymanê bêne bicîkirin. Em nêzîk Beesê dibûn lê PDKê xwe ji wê dûr xist. Heger em li Bexdayî bimayan jî ti rola me ya girîng dê neba.
We wekî Partiya Komûnîst piştgirî da Şoreşa Îlonê?
Şoreşa Îlonê di heyama Ebdulkerîm Qasîm de pêk hat. Wê heyamê, me û çend berpirsên Kurd digot hê jî dema serhildanê nehatiye. Bi min hê jî ew derfet hebûn ku peywendî bi Ebdulkerîm Qasim re bêne danîn. Lê ji bo ku şoreş zû dest pê bike hinek xebat hebûn. Ligel vê yekê li herêmên PDKê dûr, bi taybetî li herêma Surdaşê livandin çebû. Li ser vê yekê li cem me pirs çêbû. Lê me dîsa jî bi daxuyaniyekê ragihand ku em piştgiriya serhildanê dikin. Jixwe piştî wê daxuyaniya me peywendiyên ligel Beesê qut bûn û em tevlî Şoreşa Îlonê bûn.
Tê gotin di wê heyamê de Mele Mistefa digot ne dema destpêkirina Şoreşa Îlonê ye...
Wisa tê gotin. Lê ez nikarim li ser navê Mele Mistefa tiştek wiha bibêjim. Mam Celal digel Mele Mistefa hevdîtin pêk dianîn û hewl dida ku wî razî bike. Mele Mistefa terka Bexdayê kir. Dibe ku ji wê helwestê jî nerazî be. Li Sovyetê min serdana wî kir. Hinek kesan îdia dikir ku wî û Sovyetê lihev kiriye. Bi min wê demê Sovyetê nedixwest ku Kurdistan ji Iraqê cuda bibe.
Sovyetê dixwst Kurd bigehêjin mafê xwe lê nedixwest ji Iraqê veqetin. Wan dixwest ku Kurd bibin federal û yan jî herêmeke xweser. Ew dilgiran bûn ku peywendiyên me ligel Beesê xirab bû wê demê. Rayêdarê wê heyamê yên Sovyetê ji me re gotin: “Em gelek dilgiran bûne ku peywendiyên we lige Beesê têk çûye.” Me jî ji wan re got: “Ma me çawa destûr bida 32 mêran ji me bidarve bikin.”
Wê heyamê di navbera Iraq û Sovyetê de rêkeftinek hebû. Sovyetê dixwest ku Kurd û dewleta Iraqê lihev bîne.
Têkîliyên we ligel Mele Mistefa çawa bû?
Têkîliyên me ligel Mele Mistefa heta dawiyê jî baş bû. Keşeyên me mijarên siyasî bû. Mele Mistefa dema li Amerîkayê ji bo pêşniyaran kesek şand cem min. Ji bo Mele Mistefa min di jiyana xwe de ti caran yek gotineke xirab nekiriye.
Baş e çima peywendiyên we ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xirab bû?
Bi rastî min ji Mam Celal re jî gotiye hinek şaşiyên me hebûn. Hêza me ji ramanên me yên siyasî dihat. Çima em beşdarî şoreşê bûn? Çimkî tevahiya hêzên siyasî beşdarî serhildana çekdarî bûn. Heger em wekî bê çek beşdarê şoreşê bibana dê ti girîngiya me nedima.
Divê mercên me jî wekî mercên wan ba. Bêguman dibe ku ramanên siyasî ji hev cuda bin. Me gelek hewl da em YNK û PDK li hev bînin. Di wê heyamê de pirsgirêkên me ligel YNKê çêbûn. Eger wê yekê hebû ku di navbera me de şer derbikeve. Lê ew bûn sedem ku di nava me û wan de dijminîtî çê bibe. Ew bi ser me de hatin lê me êrîşî wan nekir. Peywendiyên me ligel Mam Celal hebû û carnan me ji hev alîkarî dixwest.
Îranê êrişî herêmê kir. Hêza me nebû em li hemberî wan derbikevin. Em li herêma Piştaşanê bicî bûn. Erê şaşiyên me hebûn. Lê YNK hêza xwe bi ser me de şand û gefa kuştinê li me xwar. Ji bo rewşeke wiha em ne amade bûn. Ne me û ne jî PDKê hêvî nedikir ku ew rewş derbikeve holê.
Tu dibêjî we taybetî ji ber Îranê terka herêmê kir. Mam Celal piştre ji ber şerê bi we re kiriye poşmaniya xwe hîç anî ziman?
Na, ji me re nehaniye zîman. Mam Celal serdana partiya me kir. Min ji Mam Celal pirsî “Tu dê ligel 2 welatan şerî bikî?” wî got, belê. Tu guleyek wî alî û du guleyan vê alî bireşînî çi ye. Em carnan bi kurahî li ser bûyeran narawestin.
Di salên 1990î de, te nevbeynkariya YNK û PDKê kir. Wê heyamê rewş çawa bû û we çi kir.
Di wê serdemê de gelek bûyeran rû da. Pêwîst nake em behsa hurgîliyên wan bikin. Di nav tevahiya tevgerên Kurdî de cudabûn çê bûn. Di navbera YNK û PDKê de jî nêrînên cuda hebûn.
Me dizanî ku nêzîkbûna PDKê ya ber bi Îranê ve ji ser mercên wê serdemê ne. Çimkî ji ber mercên wê heyamê PDK neçar bû xwe nêzîk Îranê bike. PDK dixwest rê ji xwe re veke û bê herêmê. Çima em rêya PDKê bigrin.
Mam Celal hişyarî da ku bila bi ti awayî alîkarî ji bo PDKê neyê pêşkêşkirin. Me ti caran piştgiriya vê nêrînê nekir. Barzanî PDKyî bû. Berî herî tişt PDK Kurdistanî bû û hêzek girîng a Iraqê bû. Çima em li ber çavan negirin.
Ji bo ku pirsgirêkên di navbera wan de bêne çareserkirin me li Şam û Kurdistanê cih vekirin. Lê pişt re em ji Şamê derxistin. Peywendiyên me ligel PDKê hebûn. Hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê hêzê ve çenedibû ku PDK were pişt guhkerin. Barê wan gelek giran bû û zext gelek ser wan hebû. Çima em piştgiriya cudabûnan bikin. Di dawiyê de me ligel PDK, YNK û partiyên din ê kurdî eniya kurdî pêk anî.
Têkîliyên we ligel Kurdên Bakurê Kurdistanê çawa bû?
Ez behsa rola xwe nakim. Bêguman şaşiyên me çêbûne. Her tişt wekî hewce pêk nehatin encamdan. Armanca destpêkirina tevgerekê û encamên wê carnan nabe wek hev. Hevalên min xwestin 90 saliya min pîroz bikin. Min ji wan re wiha got: “Xwezka tiştên niha dibe me pêştir bizaniya. Wê demê me kêm tişt dizanîn lê kelecana me hebû. Lê niha em gelek tiştan dizanî lê hewesa me nemaye.” Em nikarin tiştên ku borîne paşve bînin lê em dikarin sûdê ji ezmûnên xwe werbigrin û tiştên baştir bikin.
Piştî PKK hat li Başûrê Kurdistanê bicî bû peywendiyên we ligel wan çi astê de bû?
Em wekî hev li hemû parçeyên Kurdistanê dinêrin. Lê herçar perçeyên Kurdistanê li gorî xwe dîrok û taybetmendiyên xwe hene. Li Bakurê Kurdistanê demekê dirêj e bûyerên tund diqewimin. Mercên Rojhilatê Kurdistanê jî li gorî xwe ji parçeyên din ên Kurdistanê cudatir e. Bi kurtasî em hemû di bin rêveberiyên cuda de dijîn. Di vê rewşê de em nikarin ji bo hemû parçeyên Kurdistanê heman siyasete birêve bibin.
Dibe tevahiya partiyên Kurdistanî li jêr bloke hevbeş bêne cem hev. Em dikarin hev biparêzin. Lê divê em mercên Başûrê Kurdistanê û yên Bakurê Kurdistanê têkelî hev nekin. Tiştên li Bakurê Kurdistanê rû didin pêwîst nake li Başûrê Kurdistanê jî rû bidin. Di vê mijarê de ligel PKKê kêşeyên me hebûn. PKKê di vê çarçoveyê de hinek mafên me binpê dikir. Tu li Kurdistanê xwe ne rihetî? Madem wisa ye çima tu mudexaleyê partiyên Kurdistanê dikî?
Wateya vê ew e ku dixwazin xebatên me têk bide. Min careke li Moskowê hevdîtin ligel wan pêk anî. Min ji wan re got: “Hûn tên Başûrê Kurdistanê, li ser seran û ser çavan. Cihê wan li ser sere me heye. Lê mafê ti cîranî nîne ku êrişî mala cîranê xwe bike û xirab bike. Digel vê yekê jî em we wekî birayên xwe dibînin. Em hûn in, hûn em in. Lê me her yekî taybetmediyên xwe hene. Hûn vê yekê nabînin.”
PKK hêzek mezin e. Nayê paş guhkirin. Di vê rêyê de jiyana gelek kesan edem bû. Min gelek caran ji wan re behsa vê yekê kir. Lê PKK zêde hişk e. Ji dijminê xwe re zêdetir li hemberî birayê xwe hişk e. PKK dixwaze zordestiya xwe bi zorê li birayên xwe bide qebûlkirin.
Min li Şamê 2-3 caran ligel Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî. Carekî xortekî me yê ji Başûrê Kurdistanê ligel çeka xwe ji nav PKKê reviya û xwe spart me. Ev dorpêç kirin. Me jî ji bo ku pevçûn dernekeve hewl da. Piştre me ew xort bir li ser sînorê Tirkiye û Sûrî. PKKê ji tuneyî êrişî me kir û di encamê de ji herdu aliyan 5-6 kesana canê xwe ji dest dan.
Piştî vê bûyerê em çûn cem Abdullah Ocalan. Dest pê kir ji me re bibêje “bûyer wiha çêbû û wiha bû û filan...” Min got; “Kak Abdullah tiştên ku tu behsê dikin em nizanin. Wî xortî xwe spart me. Çi dibî bila bibiya mafê we nebû hûn êrişî wî bikin. Lê we ew dorpêç kir.” Bi kurtasî birayên me yên PKKyî di vî warî de hişk in. Hinek mijarên hesas bikûrahî hesab nakin. Sîstema tund û hişk a li Tirkiyê bandor li wan jî kiribû.
Li Iraqê ne wisa nîne. Di heyama Melîk de li Silîmaniyê perwerde bi zimanî kurdî bû. Min heta pola 4ê bi kurdî xwend. Kurdan bi cil û bergên xwe yên netewî karê xwe dikirin. Lê dîsa jî dixwazim PKKê wan kêmasiyên xwe çareser bike.
Herêma Kurdistanê ber bi referandûma serxwebûnê ve diçe. Ji aliyê din ve pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de berdewam in. Tu dahatûya Kurdistanê çawa dibînî?
Dema mirov dest bi rêyekê bike yan jî tevlî şerekê bibe, divê berî her tişt stratejiya xwe diyar bike. Ji bo paşêroja Kurdistanê divê em hemû hev bigrin. Baş e em wisa ne? Na. Divê em hemû bi hev re bi vê rêye herin. Divê ne tu li şûna min û ne jî ez li şûna te bim. Herwiha çênabe tu ji dûr ve min temaşê jî bikî.
Ez dixwazim referandûm pêk were. Ji min pirsin tu dê di hilbijartinê de dengê xwe ji bo serxwebûnê kar bînî? Min got; ez dê hezar caran bibêjim erê. Gotinek a Mam Celal heye dibêje; “Kî segbav dê dengê xwe nede serxwebûnê”.
Pêwîst e em tiştên ji bo referandûm û serxwebûnê hewce ne pêk bînin. Divê em baş li ser cîranên xwe û hêzên din ên bandora wan li ser referandûmê hene bifikirin. Îran ne ligel me ye, Tirkiye ne ligel me ye. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî xwe nerm dike. Lê dema ku serxwebûn hat rojevê dê li dijî derbikeve. Sûriye, Îran û Tirkiye serxwebûna li Başûrê Kurdistanê wekî şerê xwe dibînin û li hemberî wê derdikevin. Ew jî dizanin dê piştre badorê li wan jî bike.
Hinek alî dibêjin Washington dixwaze dewlata kurdî bê avakirin. Divê em vê yekê jî hesab bikin dibe ku ew nexwazin. Dibe ku Amerîka parçebûna Iraqê nexwaze. Amerîka ne ji bo ku heyranê çavên me yên belek me diparêze. Şerê di sala 19971ê de ne ji bo berjewendiyên me hat kirin. Lê me sûd jê wergirt. Divê em rêya referandûmê xweş bikin.
Ezîz Mihemed kî ye?
Ezîz Mihemed 1ê Tîrmeha sala 1924ê li Bêrkotê ji dayik bûye. Di destpêka salên 1940î de hatiye Hewlêrê û beşdarî nav rêzên Partiya Hîwa bûye.
Mihemed di sala 1946ê de çûye nav Partiya Komûnîst a Iraqê. Di sala 1948ê de ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve hatiye girtin û heta şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê di zîndanê de maye.
Ezîz Mihemed di sala 1964ê de weke Sekreterê Partiya Komûnîst a ıraqê hatiye hilbijartin û heta sala 1993ê serokatiya vê partiyê kiriye.
Siyasetmedarê kurd Ezîz Mihemed yek ji wan kesan e, ku Xelata Lenîn wergirtiye. Herwiha di sala 2007ê de Rûsyayê Madalyaya Stêrka Geş a Parzemîna Asya û Efrîqayê daye Mihemed. Bi vî awayî, piştî Nelson Mandela duyemîn kes e, ku ev madalya wergirtiye.
Herwiha roja 10ê Hezîrana 2016ê, li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Madalyaya Barzaniyê Nemir da Ezîz Mihemed.
Sekreterê berî yê Partiya Komûnîst a Iraqê Ezîz Mihemed 31-05-2017 koça dawî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse