Dizeyî: Şandina meaş ji aliyê Bexdayê ve nediyar e

08-03-2018
RÛDAW
Sefîn Dîzeyî
Sefîn Dîzeyî
Nîşan Sefîn Dizeyî Budce Kurdistan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî da zanîn ku normal e ji şandina meaş Bexda danûstandinê ligel wezaretan bike û got: “Lê hê nediyar e Bexda kengî meaş dişîne.”


Li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şandina meaş ji aliyê Bexdayê ve, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re wiha axifî: “Li ba hikûmetê ne diyar e ka ew meaşê Ebadî gotiye berî Newrozê dişîne kengî, çawa û ji kîjan wezaretan re dişîne.”


Dizeyî amaje bi wê yekê jî da ku her dema pêwist bike civîna navbera herdu serokwezîran tê kirin, lê di van nêzîkan de demeke diyarkirî nîne. Dîzeyî, derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha Roja Cilên Netewî de bersiva çend pirsên Rûdawê da.


Rûdaw: Îro li Başûrê Kurdistanê Roja Cilên Netewî ye, di vê rojê de çî we heye û wek hikûmet ji xelkê re çi dibêjin?


Sefîn Dizeyî: Ez 8ê Adarê li hemû jinên cîhanî bi taybetî jinên Kurdistan, dayîk, xwîşk û hevserên malbatên şehîdan pîroz dikim. Li ser mijara cilên netewî jî, wê dema li wezareta perwerdeyê bûm, wate sala 2010an me biryarek derxist, ji ber Kurdistan ber bi Kurdistanê vedibû yan deriyê cîhanê li ber Kurdistanê hat vekirin, komek dabûnerît-kevneşopiyên nû berê xwe dan Kurdistanê, hinek ji wan baş bûn û beşek jî xirab bûn, hinek ji kevneşopiyên Kurdî jî hindik mabû ji nav biçin, loma me got cilên Kurdî yan netewî semboleke xelkê Kurdistanê ye û divê bi berdewamî bimîne. Êdî bi biryareke wezareta perwerdeyê li seranserê damûdezgahên perwerde û dibistanan, rojek berî pişûya Newrozê, wate 11ê Adarê ku pişûya Newrozê ye, roja 10ê Adarê bû roja liberkirina cilên netewî, lê ji ber îsal roja 10ê Adarê dikeve roja Şemiyê û îro roja dawî ya dewama dibistana ye ew helkeft ket îro. Biryar bo cilê netewî bû, wate bo hemû pêkhateyên Kurdistanê; Turkmen, Ereb, Asûrî, Kildanî û Ermenî. Bê guman ew biryar bo perwerdeyê bû, lê niha bûye nerîteke seranserî ya damûdezzgahên hikûmî û welatî jî hemû cilên netewî li xwe dikin. Ez pîrozbahiyê li wan dikin, tiştekî xweşik e û spasiya wan dikim.


Xelk dixwazin di van helkeft û Roja Cilên Kurdî de dilxweş bin û çalakiyên xwe bikin, gelo hêviyek heye careke din rewşa xelkê baş bibe?


Bêguman meha Adarê ji qedîm û heta niha bo xelkê Kurdistanê tejî jan, xweşî û destkeft e. Roja Newrozê jî ku 21 Adarê ye wê yekê pêşan dide ku dawiya zilm û zordariyê bûye. Hêvîya di dilê xelkê de berdewam e û tişta niha bi awayekî din rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye, bidawî dibe. Rast e rewş dijwar e û ji çar salên borî ve ku butçeya Herêma Kurdistanê hat qutkirin, şerê DAIŞê dest pê kir û milyon û nîv koçber hatin Kurdistanê, hinek sedemên din jî wiha kir rewşa Kurdistanê hinek xirab bibe, ku ji sala 2003 heta 2013ê gelek pêşveçûn bi xwe ve dîtibû. Lê hêvî heye û xelkê Kurdistanê jî herdem bi wê hêviyê jiyane. Herwiha paşeroja Kurdistanê paşerojeke geştir dibe, lê divê em hemû hevkarê hev bin û vê rewşa dijwar derbas bikin.


Behsa şandina meaşê herdu wezaretên tendirûstî û perwerdeyê ji aliyê Bexdayê ve tê kirin ku berî Newrozê bi hevahengiya Bexda û wezaretên Kurdistanê dibe, gelo helwêsta hikûmeta Kurdistanê çiye li ser danûstandina Bexdayê ligel wezaretan ji dêlva hikûmeta Kurdistanê?


Wezaret jî beşekî hikûmetê ne, her wezîrekî birêz endamê vê kabîneya hikûmetê ye, di warê hurgiliyan de bêguman divê ligel wezaretan gotûbêj were kirin, ji ber zanyariyên pêwist li ba wan hene. Wezaret bi xwe her sal pêdiviyên xwe pêşkêşî Encûmena Wezîran dikin, karekî gelekî normal e danûstandin ligel wezaretan bê kirin, destpêkê rûniştin ligel Encûmena Wezîran û berpirsên encûmenê hebû, ligel serokwezîr bi xwe hebû, lê dema tê ser hurgiliyên karê her wezaretekê bêguman wezaretên peywendîdar kar dikin. Derbarê meaş de jî di sê-çar mehên borî de gelek axaftin hatiye kirin, em hêvîdar in ew daxwiyanî bikevin warê cîbicîhkirinê û ji aliyê Bexdayê ve karekî cidî li ser bê kirin. Gotûbêjên vê dawiyê jî hinekî erênîtirin li gor ên borî.


Gelo li ser şandina meaşê wezaretên tendirûstî û perwerdeyê hun bi fermi hatine agahdarkirin?


Pêrê di civîna çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê de me buhîst ku heta berî Newrozê meaş dişîne, lê bi zelalî ew herdu wezaret desnîşan nekirin, diyar e pêşniyarek heye ku hinek pereyan ji Herêma Kurdistanê re bişîne bo dana meaşan. Ew jî dimîne li ser biryara Bexdayê ka ji çi wezaretekê re pereyan dişîne. Lê heta niha nehatiye diyarkirin ka çiqas pere tên şandin, kengî dişînin û ji kîjan wezaretan re dibe.”


Dibe ku ji hemû deman zêdetir di vê mehê de pêdiviya xelkê bi meaş û pereyan hebe daku demeke xweş derbas bikin, gelo hikûmeta Kurdistanê ti wextek diyar kiriye daku heta berî Newrozê meaşê fermanberan bide?


Wek hemû alî agahdar in ew dahata ku bi rêya firotina petrolê hebû, piştî bûyerên Kerkûkê ji sedî 50 ji dest çûye, ew petrola ku niha tê hinardekirin jî, li gor wê dahata tê Wezareta Darayî, wezaret cetwela dabeşkirina meaş amade dike, bêguman çi demekê pere bihgin ber destê wezaretê wê demê texsîr nakin û bi zûtirîn dem meaş tê dabeşkirin.


Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ligel Serokwezîrê Iraqê bicive, gelo ew serdan kengî tê kirin?


Biryara serdan an hevdîtinekê di van nêzîkan de nîne, yan biryar li ser nehatiye dayîn, 20ê meha yekê yekem car bû ku serdana Bexdayê kir û hevdîtina wî ligel birêz Ebadî hebû, piştre li Foruma Davosê û herwiha li konferansa Munichê jî hevdîtina wan hebû, wate di hundirê mehekê de sê caran herdû serokwezîran hevdu dît. Bêguman eger hevdîtin pêwist bike sibe jî amade ye biçe, lê heta niha t idem bo wê hevdîtinê nehatiye danîn.


Behsa dûbare derketina DAIŞê tê kirin, bi taybetî sînorê Kerkûkê û hinek navçeyên Iraqê, gelo heta niha ji bo rûbirûbûna DAIŞê bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê, hikûmeta Bexdayê daxwaza hevkariyê ji hikûmeta Kurdistanê kiriye?


Derketina DAIŞê yan bi tevahî jinavçûna DAIŞê tiştek bû ku hemû kesî dizanî tiştekî wiha li holê nîne, ji ber DAIŞ ji nav Iraqê derketiye û derencama hinek pirsgirêk û şaşiyên siyasî ye ku demên borî li Bexdayê hatine kirin û DAIŞ çêbûye. Loma heta ew pirsgirên navxwe neyên çareser kirin DAIŞ bidawî nabe, eger DAIŞ jî nemîne, eger heye bi navekî din rêxistineke din çêbibe. Loma divê hemû alî bi taybetî Hêzên Hevpeyman, Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hevkarê hev bin bo nehiştina wê metirsiyê yan jî dûbare derneketina DAIŞê. Herçiqas em dibînin li derdora Kerkûkê, Hewîce û çend navçeyên din rojane operasyon tên kirin, lê mixabin heta niha grûbên biçûk ên DAIŞê mane, lê heta niha li Bexdayê bi awayekî cidî qala vê dosyayê nehatiye kirin. Herçiqas di destpêka meha 10 û 11an de hinek civînên ewlekariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin, lê ti encameke wiha jê derneket. Me pêşniyar kiriye mekanîzmayeke sêalî di navbera Pêşmerge, Hêza Federal û Hêzên Hevpeyman de hebe. Tişta di salên 2010 – 2011an de hebû ku bi awayekî gelekî bibandor karîn wan navçeyan biparêzin, heman mekanîzma dikare were zindîkirin, ew deverên cihê nakokiyê bên parastin, xelkê wan navçeyan vegerin an jî can û male wan were parastin.


Li ser pişka Kurdistanê ji butçeya Iraqê, biryar e hikûmet careke din ligel Parlamentoya Kurdistanê bicive, ew civîn kengî tê kirin?


Civîna dawî ya hikûmeta herêmê ligel endamên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ku sê endamên Kurd bûn, herwiha ligel serokên Fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê û lijneyên peywendîdar, civîneke gelekî bi hurgilî bû gelekî jî bi sûd bû, li vê derê pêwist dibînin dûbare spasiya nûnerên li Iraqê bikin ku hemû şiyana xwe xistin tevgerê daku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di yasaya butçeyê de werin bicîh kirin, lê mixabin diyar e nehat kirin. Di heman demê de Parlamentoya Kurdistanê jî hemû hewlên xwe dan. Em spasiya serokatiya parlamento, hemû fraksyon û lijneyên peywendîdar dikin. Divê ew rûniştin berdewam bin û ew mijar zêdetir were gotûbêj kirin. Rojane hinek babetên nû tên pêş û li Bexda divê hevahengiyeke berdewam hebe. Rojeke diyarkirî bo wan civînan nîne, lê her dema pêwist bike hikêmet amade ye ligel parlamento û nûnerên Kurd bicive. Herwiha ligel aliyên siyasî jî pêwist e rûniştin hebin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst