Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji mijarên ku herî zêde di edebiyata kurdî de cih digire, mijara serxwebûna Kurdistanê û gihîştina bi roja azadî û serxwebûnê ye.
Ji mêj ve yek ji xewn û hêviyên helbestvanên Rojavayê Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê û derketina wê ji bindestiya dûrûdirêj û nîrê dagîrkeran e.
Helbestvanên Rojavayê Kurdistanê di berhem û dîwanên xwe de tekez kirine ku wek hemû miletên dinyayê, divê mafê serxwebûnê ji gelê Kurd re jî hebe û Kurd biryarê li ser siberoj û dahatûya xwe bidin û bi dewletbûn û serxwebûna xwe şa bibin.
Helbestvanên Kurd di berhemên xwe yên wêjeyî de herdem biha û nirxbilindiya serxwebûnê anîne ziman.
Helbestvanên Rojavayê Kurdistanê jî bi çavê pîroziyê li wê roja geş mêze kirine û bejna wê bi peyvên xwe xemilandine.
Seydayê Tîrêj ku di sala 1923an de ji dayik bû û di sala 2002an de koça dawî kir, yek ji aşiqên Kurdistanê û serxwebûna wê bû. Tîrêj tifaqî û yekîtiya gelê Kurd wek şert û mercê sereke yê rizgarbûn û serxwebûna Kurdistanê dibîne û di helbesta "Ey gelê Kurd" de wiha dibêje:
Ey gelê Kurd tev bibin yek
Dest bidin hev wek bira
Dahola cengê li darxin
Hûn li meydana şere
Firsetê îro ji dest xwe
Bernedin dem ya we ye
Ala kesk û sor û zer
Hildin li ser xan û sera
Serxwebûna miletan
Nayê bi sed ax û xwezî
Dest bidin hev merdino
Da hûn nebin şîva gura
Ger nekî kar û xebatê
Tu di ber xwe de ey milet
Tê wisa bindest bimînî
Serxwebûn nayê ji te re
Yûsifê Berazî ango Bêbuhar jî dildarekî bi kelecan yê serxwebûna Kurdistanê bû. Bêbuhar ku di sala 1931ê de hatibû dinyayê û di sala 2009an de jê bar kir, ji ber eşqa xwe ya bêsînor ji serxwebûn û rizgariyê re, navê dîwaneke xwe kir Serxwebûn.
Bêbuhar di helbesta "Ên pakrewan" de li ser serxwebûna Kurdistanê wiha dibêje:
Pêşnakevin Kurd wer tucar
Wê Kurd bimînin tim li paş
Rizgar ji dest çewser nebin
Wê Kurd nebînê serxwebûn
Kurd yek nebin Kurd parçe bin
Çewser bi wî kêfxweş dibin
Vayî dizanin hûn hemû
Lê ma çima ev parçebûn
Lê serxwebûn yekbûn divê
Kurd xurt bibê rabê bihêz
Çewser xwe nagrê tewr li ber
Wê çêbikê Kurd serxwebûn
Yekbûn divê xandin û mal
Em Kurd bi komî kar bikin
Her çar hebin çek hilgirin
Wê çê bikin Kurd serxwebûn
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse