Jan Dost: Min dîroka bajarê xwe nivîsand

30-05-2017
RÛDAW
Nîşan Jan Dost Kobanî roman îmze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Romana bi navê Kobanî ya nivîskarê navdar Jan Dost, li Tirkiyê hate belavkirin û Jan Dost ji bo xwendevanên pirtûka Kobanî, îmze avêtin ser pirtûkan.

 

Jan Dost romana xwe ya Kobanî bi kurmanciya kurdî û bi zimanê erebî nivîsandiye û daye ber çapê. Romana Kobanî ji weşanxaneya Dara derket.

 

Jan Dost ji Rûdawê re diyar kir: “Min romana xwe pêşî bi zimanê kurdî nivîsand, piştre jî bi zimanê erebî. Ev roman, romana bajarê min e ku 17 sal in min ew nedîtiye. Ew şerê ku li wir qewimî, wisa kir ku bîranînên min weke kaniyê biteqin û dîmenên wî werin ber çavên min. Min him dîroka bajarê xwe, him şerê ku têde qewimî, him perîşaniyeta milet û him jî bûyerên din nivîsandin.”

 

Helbestvan, nivîskar û wergêr Jan Dost di sala 1965an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê.

 

Heta lîseyê li Kobaniyê xwendiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li Zanîngeha Helebê fakulteya Zanistê Beşa Biyolojiyê xwendiye.

 

Jan Dost di 10 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestên erebî kiriye, piştî 15 saliya xwe vegeriyaye ser zimanê kurdî.

 

Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî di sala 1993 an de di pêşbirka kurteçîroka kurdî de li Sûriyê xelata yekem standiye. Herwiha ev çîrok li Tirkiyê jî weke şano hatiye lîstin. Ji bilî vê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din jî nivîsandine, weke mînak Mistek Ax ku di sala 2007an de li Almanyayê bûye kurtefîlm.

 

Ji gelek berhemên wî yên navdar çend romanên wî ev in: Mijabad, 3 gav û 3 darek, Mîrname, Martînê Bextewer.

 

Jan Dost çendîn pirtûkên kurdî jî wergerandine erebî. Weke mînak Mem û Zîna Ehmedê Xanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst