Şaredara Dêrsîmê 'Germa Des û Di Îmamû' belav kir

29-11-2013
SERKAN İNCE
A+ A-

 

DÊRSÎM (RÛDAW) - Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn bi boneya meha Mûharemê, 'Aşûreya Donzdeh Îmaman' belav kir. Şahînê got ku xelkê Dêrsîmê ji bo bawerî û nasnameya xwe ya ku bi salan e tê înkarkirin û bişavtin, gelekî caran rastî komkujî û qirkirinan hatiye.

 

 

Şaredariya Dêrsîmê, îro danê nîvroyê li ser Sûka Binerdê ya navenda Dêrsîmê, li konê hatibû vegirtin bi boneya meha Mûharemê 'Germa Des û Di Îmamû' ango Aşûra Donzdeh Îmaman belav kir.

 

Li gorî baweriya Raya Heq ango Elewîtiyê piştî girtina dozdeh roj "Rojiya Dozdeh Îmaman" roja sêzdehan "Roja Aşûrê" ye. Îsal roja 16ê Mijdarê Roja Aşûrê bû.

Ji Roja Aşûrê vir ve heta mehekê dikare aşûre ango germa bê belavkirin. Bawermendên Raya Heq ji ber li Kerbelayê ji aliyê Yezîd kurê Muaviye ve kuştina Hz. Husên kurê Hz. Elî û hevalên wî dozdeh roj rojiyê digirin û roja sêzdan jî ji bo ji Kerbelayê rizgarbûna Îmam Zeynel Abîdîn kurê Hz. Husên xwarinek ji dozdeh xorak pêk tê, çêdikin.

 

 

Pêş belavkirina aşûrê Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn daxuyaniyekî kurt da çapemeniyê.

 

Şahînê got ku her çend Kurdê Elewî ji ber bawerî û nasnameya xwe rastî komkujî û qirkirinan hatibe jî li Dêrsîmê nikaribûne rê li pîr û rayveran û rê li şopînerên wan bigire; lê belê piştî ev erdnîgariya (cografyaya) hat valakirin, baweriya elewîtiyê û nasnameya wan xirab bûye. Şahînê got, ji ber ku pêwendiyên di navbera pîr û peyrevên wan de qut bûne.

 

 

Şaredar Edîbe Şahînê destnîşan kir ew naxwazin kes wan bi nav bike, divê bihêlin Elewî xwe bi xwe pênase bikin.


Şaredara Dêrsîmê di axaftina xwe de bal kişand ser Rojiya Dozdeh Îmaman û heqîqeta Elewîtiyê. Şaredar Edîbe Şahîn diyar kir ku rêza Elewiyan her tim ji hemû bawerî û olan re hebûye. Şaredarê destnîşan kir ku her dem Elewiyan xwe ji mantalîte û zihniyeta dewletê dûr girtiya û divê dewlet sekûler be û destê xwe ji nav bawerî û olan bikşîne.

 

 

Piştî axaftinê Şaredara Dêrsîmê bi destê xwe xwarina aşûrê li amadebûyan belav kir. Zêdetirî 500 kesî serdana konê şaredariyê kir û li vir bi hev re aşûre xwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst