REXNE LI SÎNEMAYA KURDÎ – Bê xem in!

29-09-2016
RÛDAW
Nîşan Sînema Festîvala Duhokê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) Derhênerê navdar ê Avûstûralyayî Rolf de Heer,sînemakarên kurd bi “bêxemiyê” rexne kir.

 

Rolf de Heer ku di 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de serokatiya komîsyona hilbijartinê dikir, ji Rûdawê re axivî.

 

Derhênerê navdar diyar kir ku sînemakarên kurd di mijara bikaranîna çîrok û serpêhatiyên li Herêma Kurdistanê de bê xem in û got:

 

“Ji bo sînemayê bi hezaran çîrokên bihêz û baş hene. Sînemakarên kurd dikarin ji wan sûdê werbigrin. Ji bo kurdan li cîhanê bidin nasandin, fîlmên bihêz amade bikin.”

 

Rolf de Heer daxuyand ku çîrokên fîlman tev dişibin heve û wiha berdewam kir:

 

“Ji bo nivîsandina senaryoyên baş bê xem in. Eger ew nekin, ti kes vî karî bo wan nake.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst