Bavê Nazê gelek berhem li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine

28-06-2017
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Bavê Nazê
Bavê Nazê
Nîşan Bavê Nazê Roman Wêjeya Kurdî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Nivîskarê kurd Bavê Nazê, yek ji wan nivîskaran e ku destekî wî yê dirêj di romana kurdî de heye. Ew niha li Duhokê ye û karê xwe yê nivîsandina pirtûk û romanan didimîne.

 

Li bexçeyekê li bajarê Duhokê em li gel Bavê Nazê civiya. Wî vekolîn, kurteçîrok û çîrokên xwe tev de dane ber nirxandinê. Nivîsên xwe li bêjingê xistin. Li gorî nêrîna wî, romana “Çiyayê bi xwînê avdayî” romaneke ne serkeftî ye.

 

Bavê Nazê dibêje: “Romana min a herî ne serkeftî ew e (Çiyayê bi xwînê avdayî). Ji ber ku di bin bandoraîdeolojiya siyasî ya wê demê de min nivîsiye. Bi rengekî din dikarim bêjim, min destêwerdana naveroka romanê kiriye. Min helwesta xwe û hesta xwe vekirî diyar kiriye. Di wêjeyê de ev yek nabe. Divê berhemên edebî bi vî rengî nebin. Divê helwesta nivîskar a siyasî hebe jî lê bi mercekî, ku divê neyê dîtin.”

 

Xwediyê romana “Li Stokholmê te çi dîtiye bêje” û “Dara pelweşiyayî” û kurteçîrokên bi navê “Hêstir û baran” e lê ew dibêje, “hê jî romaneke kurdî ya cihgirtî di cîhana wêjeyê de nîne.”

 

Bavê Nazê dibêje: “Heta niha bi şêweyê tê dîtin, nasnameyeke taybet a romana kurdî tune ye. Dema behsa romana rûsî dikin, nasnameya wê tê berçavê mirovan. Ya fransî careke din wiha.  Lê romana kurdî tenê lasaykirin e û teqlîda wêjeya cîhanê ye.”

 

Nivîskar û helbestvan Îsmaîl Hacanî dibêje, dema ew nivîsekî dinivîse, baş zane ku yek ji kesên ku nirxandin û rexneya berhemên wî bi başî bike, Bavê Nazê ye.

 

Hacanî dibêje: “Bavê Nazê di nav zanîngehê de mamoste ye û li derveyî zanîngehê jî mamoste ye. Carna ez çîrokekê dinivisim, ew nîvê şevê telefona min dike û ji min dipirse, ka te ev peyv ji kû anî, çawa li vir danî, koka vê peyvê çi ye?  Ew mîna bavekî dilovan destê nivîskarên ciwan digre.”

 

Piraniya nivîskarên kurd ên bi navûdeng helbestvan bûne. Bavê Nazê bi romanên xwe hatiye nas kirin û kariye bala xwendevanan bikişîne romanê.

 

Nivîskar Hizirvan Ebdullah jî dibêje: "Siya tirsê ya sê mijaran li ser nivîskarên kurd heye. Nivîskarên kurd ditirsin herin nav mijarên seks, ol û siyasetê. Lê Bavê Nazê bi wêrekî ketiye nav van babetan. Bi taybet di romana Li Stokholmê te çi dîtiye bêje, gelek eşkere behsa van babetan kiriye û bi wêrekî gotiye.

 

Bavê Nazê balê dikişîne ser nivîskarên kurd ê bi zimanê erebî û zimanê din dinivîsin. Ew dibêje, wan dar ji nêvî re girtine. Ew berhem ne bi kurdî ne jî bi biyanî ne. Li gorî wî berhem cihê xwe diyar dike ka di kîjan pertûkxanê de ye.

 

Bavê Nazê 5 pirtûk di warê dîroka wêjeya cîhanî de ji bo şagirtên Zanîngeha Duhokê berhev kirine, ku ew berhem li pirtûkxaneyan tên dîtin.

 

Nivîskar Bavê Nazê, di sala 1946ê de li gundê Kucuka ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1953ê de daketiye binxetê û li bajarê Amûdê, ku mala birayê wî yê mezin li wir bû, dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye.

 

Di sala 1957ê de malbat bi temamî daketiye binxetê, destpêkê li Amûdê û piştre çûne bajarê Hesekê. Wî li wir xwendina amadeyî di sala 1967ê de qedandiye.

 

Di sala 1969ê de ji bo xwendinê çûye Sovyetê û di sala 1980ê de li Zankoya Moskowê ya hikumî, nameya xwe ya doktora wergirtiye.

 

Wî gelek berhem li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst