Yaşar Kemal hat bibîranîn

28-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal di yekemîn salvegera wefata wî de li gundê jidayîk bûyî hat bibîranîn.

Parêzgariya Osmaniyê, Şaredariya Osmaniyê, Komeleya Jiyandina Kultûra Çukurovayê (YAŞAD), Muxtarê gundê Hemiteyê bi helkefta yekemîn koçbûna Yaşar Kemal li gundê Hemiteyê bernameyek li dar xistin û Yaşar Kemal yad kirin.

Organîzatorê bernameyê Mustafa Duzenli got, ji bo dilsozî û xebatên Yaşar Kemal, wan li gundê ew jidayîk bûyî Hemiteyê ya bi ser Osmaniyê ve bibîr anîn.

Di bernameyê de çend nivîs û çîrokên nivîskarê Kurd hatin xwendin û behsa bîrhatiyên wî hat kirin.

Yaşar Kemal par di temenê 92 saliyê de xatir ji jiyanê xwestibû.




Yaşar Kemal kî ye?

Navê rast ê Yaşar Kemal, Kemal Sadiq Gokçelî ye û sala 1923ê li gundê Hemîte yê bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyê hatibû dinê. Kemal di bûyerekê de çavekî xwe ji dest dabû.

Yaşar Kemal, di pola dawî ya qonaxa navendî de neçar dimîne dest ji xwendinê berde û ji bo debara malbata xwe kar bike. Sala 1950ê ji ber sedemên siyasî salekê li navçeya Kozanê ya Edenê tê girtin, piştî ku hat berdan çû Stenbolê. Piştî demek kurt bû rojnamevanê rojnameya Cuhmhuriyetê û heta sala 1963ê di wê rojnameyê de xebitî.

Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal, yekemîn xelata xwe ji ber hevpeyvîna bi navê “Di mezintirîn havîngeha cîhanê de 7 roj” stand, paşê ji ber yekemîna romana xwe ya bi navê “Înce Memed” hat xelatkirin û xelatek jî ji ber romana xwe ya bi navê “Kuştara Bazara Hesingeran” stand.

Romana wî ya bi navê “Erd Hesin, Asman Mis” sala 1977ê li Fransayê wek baştirîn romana biyanî hat hilbijartin. Nîşana fransî ya bi navê “Légion D'Honneur” jî ji ber romana xwe ya bi navê “Efsaneya Hezarga” stand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst