Rûdaw eşkere dike: Şêrko Bêkes derbarê hunermendê navdar de çi got?

27-02-2018
RÛDAW
Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes
Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes
Nîşan Şêrko Bêkes Ziyad Esed Stran Huner Helbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev demeke hunermendê navdar ê Kurd Ziyad Esed bê deng e û ti berhemeke wî yê nû nîne.

 

Rûdaw ji zarê rêveberê karên hunerî yê Ziyad Esed, Ebdulxefar Ebdullah radigihîne, ku Ziyad Esed dê bi berhemekî nû vê bêdengiya xwe bikşîne.

 

Ebdulxefar Ebdullah herwiha diyar dike, ku Esed niha ji bo çend hunermendan jî kar dike.  

 

Rûdaw yekemîn car vîdeoyekî helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes a derbarê Ziyad Esed de belav dike, ku Bêkes di wir de ji bo Ziyad Esed dibêje, “ew hunermendekî xemşkîn e”.

 

Bêkes di wê vîdeoyê de dibêje: “Pir baş haya Ziyad Esed bi çand û stranên kurdî heye. Ji stranên kevin û nû yên milletên li derdorê jî agahdar e. Hetta henaseyên wan jî ji hev cuda dike.”

 

Şêrko Bêkes li hember gotinên stranên hunermend Ziyad Esed jî pir matmayî bûye. Bi nêrîna wî peyvên van stranan pir zelal in û zû digihine dilê xelkê.

 

Ziyad Esed Esed di sala 1983ê dest bi karê hunerî kiriye. Esed sala 1993yan ji Başûrê Kurdistanê derketiye û li Ewropayê dijî.

 

Hunermendê Kurd heta niha gotinên 140 stranan daye hunermendên din û ew bi xwe jî xwediyê 120 stranan e. Esed ji sala 2004ê ve ti berhemeke nû û ti stranek belav nekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst