Li Îsraîl, fîlmek bi zimanê farsî hat çêkirin!

26-12-2015
RÛDAW
Fîlma farsî ya “Babacûn”
Fîlma farsî ya “Babacûn”
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îsraîlê, bo yekemîn car fîlmek bi zmanê farsî hat çêkirin. Di fîlmê de behsa jiyana malbateke cihû ya îranî tê kirin.

Îran û Îsraîl niha “êrişî sîbera hev jî dikin” lê di dîroka Îsraîl de tiştekî sosret qewimî. Fîlmek bi zimanê farsî ji aliyê derhênerekî cihû yê îranî bi navê Yoval Dilşad ve hat çêkirin.

Di fîlmê de qet behsa siyaset û kîna Îrana îslamî û Îsraîla cihû nehatiye kirin. Fîlm, behsa jiyana malbateke cihû dike ku bi eslê xwe îranî ne.

Navê fîlmê “Babacûn” (Bavo can) e. Di fîlmê de kalemêrek ku dema li Îranê bûye, kargeha wî ya perwerîkirina mirîşkan hebûye, li Îsraîlê jî wî karî dike û dixwaze neviyê wî jî meslekê fêrî wî karî bibe lê neviyê wî guhê xwe nade wî. Di vê navberê de kurê wî kalmemêrî û bavê wî zarokî, di navbera kurê xwe û bavê xwe de tengav dibe.

Aktor û lîstikvanên fîlma han hemû ne cihû ne hinek ji wan misilman in…

Di fîlmê de tenê çend hevok bi zimanê ibrî tên gotin û tevahiya diyalogên fîlmê bi zimanê farsî ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst