Mano Xelîl çîroka zarokekî Kurd dike fîlm

26-08-2019
RÛDAW
Hikûmeta Swîsreyê piştevaniya Mano Xelîl dike
Hikûmeta Swîsreyê piştevaniya Mano Xelîl dike
Nîşan Mano Xelîl Fîlm Cîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê sînameyî yê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl dixwaze bi rêya fîlma xwe ya bi navê “Cîran” jiyana Kurdan a jêr destilatdariya beesî bide nîşandan.

 

Derhênerê Kurd Mano Xelîl ku heta çend xelatên navnetewî wergirtiye, niha jî mijûlê tomarkirina fîlmekê dibe.

 

Fîlma Mano Xelîl a bi navê Cîran, behsa  zarokekî 7 salî dike ku bi xewnên xweş li gundê xwe yê ser sînor diçe dibistanê, lê mamostayê wî yê ji Şamê bi kiryar û helwestên xwe yên nijadperestî xewnên wî tune bike. Mano dixwaze, bi kurtî ji cîhanê bêje, Kurd li Sûriyê di serdemê Bees de çawa dijina, çi hat serê wan.

 

Mano Xelîl da zanîn ku ev fikir  berî 25 salan di serê wî de bû û got, ji 20 welatan akter beşdar dibin, hunermendên navdarên sûrî jî yên weke Egîdê Bab El Hare Samer Mesrî , Cîhad Ebdo, Mezin Natûr û aktera Berazîlê Tunik Diwîk, beşdar dibin.

 

Filimê Cîran ku êşa 50 salî ya Kurdan li Sûriyê ye, êşa înkarkirin, çewsandin, derkirin, penaberîkirin, tunekirina xewnên asayî yê mirovan e, biryar e 10ê îlona 2019 dest bi kişandina dîmenên xwe were kirin û di bihara 2020an jî biqede.

 

Ev filim bi sponseriya kompaniya Fraym ya Siwêsrî ye û Wezareta Çandê ya Siwêsra têde beşdar dibe.

 

Mano Xelîk xelkê Qamişlo ye û ev demeke dirêje li Siwêsrayê dijî di gelek festîvalên navdewletî de hatiye xelatkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst