Galeriya wêneyan

26-05-2019
22 Photos
RÛDAW

Cannes (Rûdaw) – Navên serkeftiyên xelatên Festîvala Fîlman a Cannesê hat eşkerekirin, yekem car e ku derhênerekî Koreya Başûr û jineke çermreş xelata Çiqlê Darxurmeya Zêrîn wergirtin.

 

Li bajarê Cannes ê Fransayê roja 25ê Gulana 2019an bi merasîmekê navên serkeftiyên Festîvala Fîlman a Cannesê hat eşkerekirin. Derhênerê ji Koreya Başûr Bong Joon-ho weke Derhênerê Herî Baş xelata Çiqlê Darxurmeya Zêrîn wergirt û bû yekem derhênerê Koreya Başûr ku xelateke wisa werdigre.

 

Herwiha xelata Fîlma Herî Baş ji derhênera Fransî – Senegalî Mati Diop wergirt. Herwiha Emily Beecham  û Antonio Banderes jî xelata aktorên herî baş ên jin û mêr wergirtin.