Şiwan Etûf: Rewş çiqasî xirabtir bibe, ez çalaktir dibim!

25-10-2016
Piştiwan Cemal
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Sînemakarê Kurd Şiwan Etûf amadekariya berhemanîna çar kurtefîlm û du fîlmên dirêj dike. Li gor plana wî, divê karên wî heta destpêka 2018an xilas bibin. Ew bi ken dibêje: “Ez betal û `etal im, bi hunerê daketime!”

 

Şiwan Etûf zanyariyan li ser çar kurtefîlman ji Rûdawê re eşkere dike û dibêje: “Kurtefîlm bi navên Delak û Dunya, Mîna Pêdekenêt, Maçekey Miryem, Mang û Zîndan in. Ez bi xwe senarîst û derhênerê wan herçar kurtefîlman im. Gerek heta havîna bê hazir bin.”

 

Şiwan Etûf di eynî demê de li ser her çar kurtefîlman kar dike. Derbarê naveroka kurtefîlma Delak û Dunya dibêje: “Wêneyên vê kurtefîlmê li dikaneke berberiyê ya taxa Çiwarbax a Silêmaniyê tên kişandin. Naveroka wê behsa awayê kartêkirina dîktatoriyê li ser miletê Kurd dike, ji dema şerê Iraq û Îranê û piştre jî.” 

 

“Mîna Pêdekenêt” yeke din e ji kurtefîlmên Etûf ku behsa jinên kesûkarên Enfalkiriyên navçeya Germiyanê dike. “Mang û Zîndan” jî li ser têgeha namûs û exlaqan bi dîtina civaka Kurd e. Ev fîlm li Parêzgeha Helebceyê tê kişandin. “Maçekey Miryem” jî li ser kuştina jinan e.

 

Şiwan dibêje: “Ew her sê kurtefîlm li ser jinan e. Di Delak û Dunya de jî, amadebûna jinan heye. Çimkî li Kurdistanê pirsgirêkeke mezin a jinan heye. Divê karekî zêde di vî alî de bê kirin, çimkî kenê min bi welatekî tê ku jin tê de ne azad bin.”

 

Ji xeynî wan her çar kurtefîlman, du fîlmên dirêj jî di plana du salên bê ya Şiwan de hene. Fîlma yekem bi navê (Îsa û Şare Xemgîneke) ye û ya duyem jî bi navê “Gozey Şikaw” e.

 

Etûf behsa naveroka herdu fîlmên xwe yên dirêj jî dike û dibêje: “Yek li ser jiyan û kuştina rojnamevanên Kurdistanê ye û karekî siyasî û civakî ye. Ez wek akter tê de beşdar dibim. Fîlma Gozey Şikaw jî li ser kurdên Êzdî ye.”

 

Ji ber krîza aborî ku bû du sal û nîv li Herêma Kurdistanê heye, herî kêm projeyên hunerî tên pêşkêşkirin. Nemaze ji ber nebûna piştevaniyê ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet ve.

 

Ji bo peydakirina sponser û budceya fîlman, Şiwan dibêje: “Çar kurtefîlm her yek kêmî 10 hezar dolarî li ser diçe. Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê alîkariya kurtefîlmekê dike. Spas ji wan re. Mîna Pêdekenêt berhema Mestî Film bû û ew bi xwe jî sponsner e. Çimkî di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman li Silêmaniyê de min ew wek senaryo pêşkêş kir û xelata yekem bidest xist. Lewra dê Mestî Film wê berhem bîne.”

 

Bi qewlê Şiwan, şîrketa Mestî Film û şîrketeke din sponseriya Mang û Zîndan dikin. Rêxistina Fine Art li Swêdê bi hevkariya çend sponserên din, sponseriya Maçekey Miryem dikin: “Budceya Îsa û Şare Xemgîneke pir kêm e, lê ez naxwazim budceya wê vêga eşkere bikim. Du şîrketên beljîkî û misrî sponseriya Gozey Şikaw dikim.”

 

Lê Şiwan ev sponser wiha bi hêsanî bidest nexistine: “Ev du sal e ez mijûlî peydakirina sponseran im. Min bi xwîna xwe ew peyda kirin. Min li deriyê bi sedan cihên fermî û kesayetiyan li Iraq û Kurdistanê da, nemaze yên ku ji hunerê hez dikin. Ez pir betilî me. Bi şev û roj ez tenê 5 saetan radizim.”

 

Derbarê dema nîşandana fîlman, Şiwan dibêje: “Niha kar li ser kurtefîlma tê kirin. Her ku hazir bibin, ezê wan bişînin festîvalên derve. Lê nizanim wê kengî li Kurdistanê bêne nîşandan.”

 

Şiwan karkirina xwe ya hunerî bi jiyana Pêşmergeyan li eniyên şer ve girê dide û dibêje: “Ez hest bi şermê dikim. Pêşmergeyekî bê mûçe li eniyên cengê şer dike û şehîd dikeve, ez jî werim rûnim û xwe zexel bikim. Lewma her çiqasî rewş xirabtir bibe, ezê çalaktir bibim!”             

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst