Hevpeyvîn: Ferhad Çomanî
Hewlêr (Rûdaw)- Bûyerên vê romanê “Şeva Dawî ya Daketina Îsa - Diwa Şewî Dabezînî Îsa” di şeva sersalê “krîsmasê” de, li Cemserê Bakur yê dinyayê, di şeveke zivistanê de diqewimin. Çîroknivîs Şêrzad Hesen dibêje: “Ev romana min straneke xemgîn e û min ji xwe re nivîsand.”
Şêrzad dibêje, ew di vê romanê de qala trajediya kurdbûnê dike û parçebûna Kurdistanê li ser çar parçeyan dişibîne xaçkirina Îsa Pêxember.
Rûdaw: Ev romana te ya nû berdewamiya tecrûbeya te ya nivîsandina çîrok û romanê ye yan tecrûbeyeke teze ye?
Şêrzad Hesen: Destpêka zelalbûn û nivîsandina vê romanê li Fînlendayê dest pê kir, bi taybetî şeva 01.01.1998. Wê çaxê, salek bû ez li Fînlendayê bûm û tenê di kampeke penaberan de dimam. Qehremanê romana min jî, di şevekê de li kampeke penaberan li welatekî rojava ye û piştre bi Îsa Pêxember re diçe semaxanekê. Xeyalek ji min re hat ku encama wê efsanê yan çîrokê ye ku bi milyonan kes ji Îsaperistan pê bawer in.
Nivîsandina vê romanê çiqasî domand?
Min di sala 1998 de dest pê kir. Lê heta van salên dawî, min bêhna xwe berdida û dinivîsî. Min dîsa dev ji nivîsandinê berdida û min mîrata Îsaperistiyê dixwend. Hizra vê romanê tenê ji wê yekê nayê ku ez şevekê li kampeke penaberan bi tena xwe me. Xelk diçin ahengan, lê ez naçim. Ev ne ezmûna min tenê ye. Ya rast ez di romanê de qala trajediya kurdbûnê dikim. Sembola xaçê yan mîxkirinê, pirr nêzîkî kurdan û dîroka wan e.
Her mirovekî kurd li ser asta taybet û neteweyî rojekê hatiye xaçkirin. Bi dîtina min, rewşa niha ya kurdan ji hemû deman taltir e. Mesele ne ew e ku Îsa dakeve û dinyayê rizgar bike. Lê kurd di wê bendewariyê de dijîn. Wek çawa Îsa bi çar mîxan hat xaçkirin, em jî ji zaroktiyê ve her ku mejiyê me vedibe, guhê me lê dibe ku Kurdistan çar parçe ye! Min hewl da trajediya kurdbûna xwe di vê romanê de bînim zimên; kurdbûna li ser şopa Îsa!.
Di dîroka mirovatiyê de, Îsa yekem penaber bû ku ji zaroktiyê ve bû penaber. Kurd jî li ser axa xwe penaber in. Ji dema ku kurd hatine afirandin, jiyana penaberan dijîn. Erdnîgariya ku kurd tê de dijîn jî, erdnîgariyeke xeyalî ye! Vê romanê wek lêfikrîn û nivîsandin, 17 salan dom kir.
Ez dikarim bêjim min ev roman ji her kesî bêhtir, ji xwe re nivîsand. Ev romana min straneke xemgîn e û min ji xwe re nivîsand. Min lê nerî, kurd bi hezar fersexan ji navendê dûr in. Ez qala kurdan wek milet dikim, ne wek takekes û qehremanên ku ez û hevalên xwe yên çîroknivîs û romannivîs wan diafirînin! Vê carê min lê nerî ku kurd bi temamî hatine piştguhkirin. Çawa Îsa hat xaçkirin, axa me û miletê me jî hatiye xaçkirin.
Cudahiya vê romanê ji berhemên te yên berê çi ye?
Hizra vê romanê ji karên min yên din cuda ye. Vê carê, cara yekem e ez li ser asteke gerdûnî û bi wateya mirovî ya berfireh kar dikim. Wek çawa di “Jinek li ser Minareyê - 2011” de, mijara jin û jîngehê hebû, li ser bêhêvîtiya min û wêranbûna jin û jîngehê bû. Li ser tirsa min ji trajediya ku em nizanin çawa berê xwe bidin azadiyê. Vê carê, li ser asta neteweyî, min xwest rûberekî pirr fireh bo wêranbûna jîngehê bibînim. Vê care, ez qala vemirîna vê stêrkê bi temamî dikim!.
Gelo xilaskerek tune? Rewş gihiştiye wê asta xirab ku êdî pêwistiya me bi xilaskerekî hebe?
Ez qala Îsa tenê nakim. Ez dixwazim bi rêya Îsa gellek lîstikên din yên fikrî û pirsyarên felsefî bînim holê. Min xwest dîroka kurdan di şevekê de nîşan bidim. Çar jin di vê çîrokê de hene ku navê her çaran jî Meryem e! Ez li ser têgeha xilasker an rizgarker kar dikim. Gelo ez wek Şêrzad û bi hezaran kesên din jî li dorhêla min, em bendewariya xilaskerekî dikin? Gelo tiştek bi navê xilasker an rizgarker heye? Êdî karê min bi Îsa nola pêxemberekî namîne, lê wek mirovekî ku di nav dîrokê de kar dike. Min hewl da bi dîtina nivîskarekî kurd karekî li ser Îsa biafirînim.
Gelo pêwistiya me bi vegera Îsa heye, yan bi gotineke din pêwistiya me bi hatina xilaskerekî heye?
Mirov qet dev ji xeyala xilasker bernade. Pêwendiya vê yekê bi zanînê tune. Lê ez wek Şêrzad bawer nakim xilasker bi wateya siyasî û olî li vî welatî zû dirust bibe. Lê ez nikarim ji te re bêjim ez bendewariya wî xilaskerî dikim, çimkî ev raz û nihêniya mezin a teksta min e.
Jiyana xweş ku tê gotin qaşo piştî serhildanê peyda bûye, jiyaneke derewîn û zahirî ye. Rojhilata Navîn bostekê jî ji azadiyê nêzîk nebûye, azadî bi wateya wê ya mirovî. Tiştê îro heye heqîqetperistî û yeqînperistî ye. Di qada ol û siyasetê de, mirovan dev ji bendewariyeke ebedî bernedaye. Vegera Îsa ne tenê çîrok û efsane ye. Lê gelo bi navê Îsa bixwe, çend qesabxane û komkujî di dîrokê de qewimîne! Ez qala dewleta kurdî nakim.
Dewleta kurdî dereweke siyasî ye û car caran xelk li vir û wir qal dikin û bûye ji bo bikaranîna navxweyî. Xilasker çi ye û hîmên wî çi ne? Divê em hemû fêr bibin ku em bixwe xilasker bin û em hemû bi hevre nifşekî biafirînin ku li benda ti mûcîze û xilaskeran nemîne. “Xwedêyo! Te çima ez tenê hiştim.” Ev karê min hemû li ser vê hevokê hatiye avakirin.
Em dikarin vê gotina Îsa bi dîroka kurdan ve girê bidin? Kurd jî dikarin eynî gotinê ji Xwedê re bêjin?
Bêguman. Yek ji wan hevokan e ku bi dirêjiya temenê xwendina dîroka olan pirr bala min kişand. Tevî ku cihê gumanê ye Îsa ev gotin gotibe. Di destpêka serhildanê de, nehengek “hûtek” li Alaskayê asê ma. Amerîka û Rûsyayê nakokiyên xwe dan aliyekî û bi hev re hewl dan wî hûtî xilas bikin. Di eynî salê de, xatûn Danielle Mitterrand hate Kurdistanê. Ez qet ji bîr nakim jineke kurd qîriya û got: “Me tenê nehêlin.”
Wek çawa Mesîh eynî qîrîn û hawarê ji Xwedê re dike. Mitterrandê got, sosret e miletek bendewariya xilaskerekî dike. Amerîka û Rûsya mijûlî rizgarkirina hûtekî ne, lê miletekî bi vê hejmara mezin, ew rêza wî nîne ku kes lê binere, dema dibêje ez bi tenê mame!.
Şêrzad Hesen
Li bajarê Hewlêrê, taxa kevn a bi navê Xaneqa ji dayik bûye. Sala jidayikbûna wî ne diyar e, lê di navbera 1951 û 1952 de ye. Xwendina xwe heya berî zanîngehê li Rewandiz û Hewlêrê qedande. Di sala 1974-75 de zanîngeha Bexdayê ya ziman û edebiyata ingilîzî qedand.
Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975-78a de di kovara Roşinbîrî Niwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978-82 de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hawkarî de belav kirin.
Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine zimanê kurdî û xwediyê gelek çîrok û romanan e, wek: Tenahî, Gula Reş, Hesar û Segên Bavê Min, Deşta Karmamizên Kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre Perwaneyên Êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê dijî.
Heta niha sê pirtûkên Şêrzad Hesen bi navên “M, Xewna Pîrepindan (2011) û Jineke Xinanî (2012)” ji hêla Besam Mistefa ji Soranî hatine guhastin bo Kurmancî û ji aliyê Weşanxaneya Avesta li Stembolê hatine çapkirin.
Şeva Dawî ya Daketina Îsa
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse