Pêvajoya çareseriyê serê rêzefîlma ‘Sakarya Firat’ xwar

25-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn “ji ber pêvajoya çareseriyê” li Tirkiyê rêzefîlma “Sakarya Firat” êdî li televîzyona fermî ya dewletê TRTê de nayê weşandin.

Rêzefîlma bi nave “Sakarya Firat” ku nêzîkî 4 sal bû li televîzyona fermî ya dewleta Tirkiyê de dihat weşandin, di beşa 151ê de bi neçarî derbasî fînalê bû. 

Li gorî nûçeya TRT Xeberê, ji ber ku rêzefîlma han ne li gorî pêvajoya çareseriyê ye hatiye sekinandin û êdî nayê weşandin. 

Derheqê vê yekê de yek ji derhênerên televîzyona kurdî TRT6ê bi navê Fethî Kaya ji Rûdawê re axivî û ev nûçe piştrast kir. 

Di rêzefîlma Sakarya Firat de behsa şerê navbera gerîlayên PKK û hêzên artêşa Tirkiyê dihat kirin lê ev rêzefîlm rastî nerazîbûna kurdan dihat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst