Li Rojavayê Kurdistanê rewşa çapkirina pirtûkên Kurdî

24-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Pirtûk Kurdî Rojavayê Kurdistanê Çapkirin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Berȋ ku şoreşa Sûriyê dest pê bike çapkirin û xwendina bi zimanê Kurdȋ li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû, lê niha weşanxane û dibistanên fêrbûna zimanȋ Kurdȋ herwiha projeyên wergirandinê jȋ li herêmê çêbûne.

 

Li Rojavayê Kurdistanê xwediyên pirtûkxaneyan dibêjin ku tevgera firotina pirtûkên Kurdî bêhitr bûye, lê nivîskar û rojnamevanên Kurd behsa wê yekê dikin ku tevî derfet li pêş zimanê Kurdî çêbûye jî, lê xelk bi zimanê Kurdî kêm dixwînin.

 

Berpirsê Projeya Hinarê Nalȋn Emîn diyar kir ku ew li ser sê astan kar dikin û ew jî ev in: Wergerandin, vejandina folklor û çanda Kurdȋ herwiha tomarkirina nîşaneyên dȋroka Kurdan.

 

Bi gotina xwediyê vê pȋrtûkxaneyê Welat Cuma niha ew bi azadȋ pirtûkên Kurdȋ tȋnin û welatȋ jȋ bi  rêjeyeke baş bi zimanê dayîka xwe pirtûkan dixwȋnin û dikrin.

 

Nivȋskar û helbestvanê naskirȋ Konê Reş behsa astengiyên tên pêş çapkirina pirtûkan dike û dibêje ku ew neçar dibin bi hejmareke kêm pirtûkên xwe çapbikin.

 

Serokê Yekîtiya nivîskarên Kurd Dilawerê Zingî giliyan li xelkê Kurd dike ku tevî hebûna derfeta xwendina zimanê Kurdî û tunebûna qedexeya li ser wê, lê xelk nema guh dide xwendina zimanê dayika xwe û ev yek jî dihêle ku tevgera çapkirina pirtûkên zimanê Kurdî kêm bibe.

 

Berî krȋza Sûriyê xwendin bi zimanê Kurdȋ ji aliyê hikûmeta Sûriyê qedexe bû û eger pirtûkek bi zimanê Kurdȋ bi kesekȋ re bihata dȋtin ew bi tawan dihat dadgehkirin û zindankirin, lê niha Kurd bi azadȋ li herêmên xwe dikarin bi zimanê dayîkê bixwȋnin û pirtukan jȋ çapbikin û bikirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst