Galeriya wêneyan

23-09-2018
14 Photos

Raniye (Rûdaw) – Pêncemîn Festîvala Kultûrên Ciyawaz li bajarê Raniye yê Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Di festîvalê de 12 kom ji 4 welatan ve beşdar bûb û festival bo dema du rojan dom kir.

Navenda Rayel jibo pevguhertina kultûrî, salane bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha sektora taybet vê festîvalê birêve dibe.

Di fetîvalê de her komeke beşdar bo dema 15 xûlekan karê xwe nimayiş kirin. Di festîvalê de nimayişên grûpên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji çalakiyên din dilê amadebûyan xweş kir.