Galeriya wêneyan

23-04-2019
11 Photos
RÛDAW

Roja bihorî, Duşemî 22ê Nîsanê li Akademiya Kurdî li Hewlêr a Paytexta Herêma Kurdistanê, biamadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêz li dîroknas û nivîskarê Kurd ê Xorasanê Kelîmullah Tewehûdî hat girtin.

 

Bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêûresmekî mezin a rêzgirtina li dîroknivîs û nivîskar Kelîmûla Tewehûdî birêve çû ku nivîskarê pirtûka bi navê “Koça Dîrokî ya Kurdan bo Xorasanê” ye.

Kelîmullah Tewehûdî xwediyê nêzîkî 80 pirtûkan e. Tewehûdî di 50 salên derbasbûyî de roleke giring di zindîkirina ziman, çand, wêje û dîroka Kurdên Xorasanê de hebûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û destxweşî li Akademiya Kurdî kir ku merasîma rêzgirtinê ji bo rewşenbîr û nivîskarê navdarê Kurdên Xorasanê rêkxistiye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Em şanazî bi xebata rewşenbîrî û hunerî ya mamosta Tewhûdî ya ji bo pêşerojeke baştir bo gelê Kurdistanê dikin, ku mînaka wan rewşenbîran e dîroka Kurdistanê dê bi şanazî ve rûpelên zêrîn ji wan re vedike.”

Tewehûdî derbarê koça Kurdan bo Xorasanê de pirtûkekbi navê Koça Dîrokî ya Kurdan bo Xorasanê nivîsandiye ku ji 18 bergan (cildan) pêk tê û heta niha 16 bergên wê hatine çapkirin.

Sala 2012an Akademiya Kurdî, Kelîmullah Tewehûdî weke endamê fexrî yê akademiyê destnîşan kiribû.