Zanayên kurd, Îzedîn Resûl û Kemal Mezher hatin xelatkirin

22-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademiya Kurdî li Hewlêrê her du zanayên kurd ên mezin Îzedîn Mistefa Resûl û Kemal Mezher Ehmed di merasîmeke taybet de xelat kir û rêz li ked û xebata wan girt.

Merasîm, bi amadebûna tevahiya endamên Encumena Akademiya Kurdî û çend mamosteyên zanîngehê û rewşenbîr û nivîskaran hat lidarxistin.

Serokê Akademiya Kurdî Nûrî Talebanî di merasîmê de axivî û got: “Rêzgirtina rewşenbîr û nivîskarên ku xizmeteke mezin bi peyv û zimanê kurdî kirine, bûye merasîmeke salane ya Akademiya Kurdî. Akademiya Kurdî bi serbilindî rêza van her du bilîmetên kurd digire. Van her du kesan xizmeteke mezin bi ziman, edebiyat û dîroka kurdî kirine.”

Nûrî Talebanî behsa hinek bîranînên xwe bi her du zanayên kurd re jî kir û diyarî û xelata Encûmena Akademiya Kurdî da wan.

Kemal Mezher Ehmed sala 1937 li gundê Excelerî yê girêdayî Kerkûkê ji dayîk bû. Sala 1955 xwendina xwe ya amadeyî xilas kir û sala 1959 koleja perwerdeya Bexdayê qedand û bawernameya bakaloryos di beşa dîrokê de wergirt. Sala 1963, yekem bawernameya doktora li Yekîtiya Sovyêtê ya berê wergirt. Kemal Mezher bêhtir di warê dîrokê de dinivîse û ta niha gellek pirtûk bi zimanê kurdî û erebî çap kirine.

Îzedîn Mistefa Resûl sala 1934 li Silêmaniyê ji dayik bû, sala 1949 bû endamê Partiya Komunist a Iraqê. Di sala 1959an de, Resûl peymangeha mamosteyan li Bexdayê xilas kir û di 1963an de bawernameya doktora li Bakuyê wergirt û di 1966an de li beşa kurdî ya kolêja ziman a Zanîngeha Bexdayê bû mamoste. Di 1969an de, bi çend nivîskarên din re yekîtiya nivîskaran damezrand. Ji 1992 ta 2005an, bû endamê Parlamentoya Kurdistanê. Sê zarokên wî hene bi navê Raz, Yar û Bade.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst