Pena Kurd: Fermîbûna zimanê zikmakî, mafê herî xwezayî ye

22-05-2013
SERKAN İNCE
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw - Azadiya Welat) - Navenda Pena Kurd encamnameya 8’emîn kongreya xwe ya ku li Amedê pêk anî bi daxuyaniyekê aşkera kir. Pena Kurd di kongreyê de biryar da ku ew ê ji bo pratîzekirina xalên Manefestoya Gironayê ku wekî bingeha azadiya ziman e têkiboşe. Pena Kurd bal kişan ser xala manîfestoyê ya ku dibêje, her civakeke xwedî ziman, mafdar e ku zimanê xwe bi awayekî fermî bi kar bîne.

 

8’emîn kongireya Navenda Pena Kurd, di bin dirûşima “Em bi cihkirina bendên Manîfestoya Gironayê li ser mafê ziman, li welatê xwe dixwazin” di rojên 18 û 19’ê gulanê de li Amedê hat lidarxistin.

Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda Pena Kurd encamnameya kongreyê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encama kongreyê da komîteya birêveber a nû ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tên, hat hilbijartin. Endamên hilbijartî: Şêxmûs Sefer Serokê Navenda Pena Kurd, Bêrîvan Doskî cîgira serok, Kakşar Oremar sekreterê giştî, Mem Mîrxan berpirsê darayî û Dilşa Yusif, Perî Şêx Salih û Salih Kevirbirî wekî rêveber hatin peywirdarkirin.

Omer Fîdan û Îrfan Babaoglu jî wekî endamên yedek ên rêveberiya giştî hatin diyar kirin. Cihê şanazî û dilxweşiyê ye ku di komîta nûhilbijartî da nûnertiya her çar perçeyên welat û zaravên zimanê kurdî tê de reng girtin. Her wiha sê jin di Komiteya Birêveber a Giştî de cihgirtin.

 

KONGREYA DÎROKÎ

Lidarxistina 8’emîn Kongreya Pena Kurd ku xwedî girîngiyek taybet e, piştî 23 salan ji damezirandina xwe karî vê carê pêngaveke wiha dîrokî li ser axa welatê xwe biavêje. Bi taybet di vê pêvajoya dîrokî û nû de ku hêviyên ‘aştî û çareseriya doza kurd’ tên binavkirin. Ji ber wê jî karekî wiha ji hêla rewşenbîrû civaka Kurdistanê ve bi germî hat pêşwazîkirin.

 

PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ

Di kongreyê de Serokê Navenda Pena Navneteweyî birêz John Ralston Saul jî bi peyama xwepiştgîrî da kongreyê û kesayetiyên naskirî yên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê jî bi peyamên xwe yên watedar piştgîrî dan kongrê. Bi tevlibûna civaknas Îsmaîl Beşîkçî, Cîgira Serokê Navenda Pena Navneteweyî Lucina Kathmanu Serokê Pena Çek Jîrî Dedeçek, her yekî bi peyamên xwe ev pêvajoya nû pîroz kirin. Bi qasî du rojan nîqaşê û nirxandinên girîng di kongreyê da hatin kirin.

 

ENCAMÊN KONGREYÊ

Di encamê da her çar komîteyên heyî yên di Navenda Pena Navneteweyî de ji bo Navenda Pena Kurd hatin çalakirin. Her wisa gelek biryar hatin standin ku di nav de; kongreyê biryar da ku Navendeke Pena Kurd hebe û ew jî bikaribe li gorî pîvanên Pena Navneteweyî kar û barên xwe bimeşîne. Di kongreyê de biryara herî girîng ew bû ku li ser bicihkirina xalên Manefestoya Gironayê ya ku Navenda Pena Navneteweyî wekî bingeha azadiya ziman dibîne û dibêje “Her civakeke xwedî ziman, mafdar e ku zimanê xwe bi awayekî fermî bi kar bîne. Pirengiya ziman, dewlemendiya mîrateya cîhane ye, divê bê pejirandin û parastin. Hurmeta ji bo tevahiya çand û zimanan, ji bo tekuzkirin û pêkanîna aştî û diyalogê bingeh e.”

Ji ber wê jî Kongreya 8’emîn a Navenda Pena Kurd bang li Navenda Pena Navneteweyî û Komîteya Mafê Ziman û Wergerê dike ku xebatan, ji bo bicihkirina xalên Manîfestoya Gironayê li Kurdistanê bike. Di dawiyê de Navenda Pena Kurd daxwaz kir ku hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê ji bo bihêzkirina wêje û zimanê kurdî li dora PEN a KURD kom bibin û têbikoşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst