18 Photos
Konsêrt 2 saetan berdewam bû û gelek xelk têde beşdar bûn.
Şeva Yekşemî 12ê Mijdarê erdhejeke bihêz a bi pileya 7.3 Rîxterê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand.
Li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Îranê ve amarên ciyawaz li ser hejmara qurbaniyên erdhejê hatine belavkirin, bi awayekê ku di 3 rojên destpêkê de aliyên pêwendîdar ên Îranê hejmara kuştiyan bi 530 kesan dabûn xuyakirin, lê belê niha li gorî amara dawî yak u hikûmeta Îranê ragihandiye, di encama erdheja Kirmaşanê de 437 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 12 hezar kes jî birîndar bûne.
Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî di encama erdhejê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 321 kes jî birîndar bûn.