Erebê Şemo navekî naskirî di nav Kurdên Sovyetê de

21-05-2019
Besam Mistefa
Erebê Şemo di warê edebiyat û romana Kurdî de kesek pir mezin daye.
Erebê Şemo di warê edebiyat û romana Kurdî de kesek pir mezin daye.
Nîşan Erebê Şemo Kurd Ermenistan Sovyet Edebiyata Kurdî Romana Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 41 salan, di roja 21ê Gulana 1978an de, romannivîs û nivîskarê Kurd yê navdar Erebê Şemo koça dawî kir. Erebê Şemo yek ji kesayetiyên rewşenbîrî yên herî naskirî di nav Kurdên Ermenistanê û Sovyeta Berê de bû. Keda Erebê Şemo di warê edebiyat û romana Kurdî de pir mezin e û gelek karên wî yên giranbuha hene û wî gelek berhemên edebî li pey xwe hîştine.

 

Nivîskar û romannivîsê Kurd Erebê Şemo di 23ê Cotmeha sala 1897an li gundê Sûsizê ku gundekî Kurdên Êzdî ye li navçeya Qersê ya Bakurê Kurdistanê hate ser rûyê dinyayê.

 

Erebê Şemo zaroktiyeke dijwar û tije feqîrî û hejarî derbas kir û neçar ma li ber destê xelkê kar bike û pariyê nanê xwe peyda bike.

 

Lê Ereb jîr û zîrek bû û li tenişta zimanê Kurdî bi gelek zimanên din jî zanibû wek: Rûsî, Ermenî û Tirkî û hin zimanên din. Bi dirêjiya jiyana xwe, Erebê Şemo gelek karên giranbuha ji bo çanda gel û welatê xwe kir.

 

Sala 1928an tevî Kurdzanê Aşûrî Îsahak Maragûlov alfabeya Kurdî ya Latînî amade kir û di sala 1929an de, pirtûka fêrbûna Kurdî derxist.

 

Di sala 1930î de li Yerîvana paytexta Ermenistanê rojnameya Kurdî ya Rêya Taze derket. Kedeke Ereb a berçav di damezrandin û geşbûna wê rojnameyê de hebû.

 

Di sala 1935an de, Erebê Şemo yekem romana Kurdî bi navê "Şivanê Kurmanca" ku wek "Şivanê Kurd" jî tê naskirin, nivîsand û belav kir.

 

Şemo ku dora 20 salan li Sîbîryayê girtî ma, hemû temenê xwe di xizmeta kultûr û ronakbîriya Kurdî de qedand û gelek berhemên giranbuha li pey xwe hîştin û pirtûkxana Kurdî bi wan dewlemend kir.

 

Ji berhemên wî em dikarin navê van bînin ziman: Koçekê Derewîn a Aleksander Araratyan ji Ermenî wergerand Kurdî- Kurdên Elegezê- Berbang-  Berhevoka Hîkayetên Gelê Kurd  Emrê Lenîn - Jiyana Bextewar û Hopo û romana dîrokî ya Dimdim.

 

Piraniya berhemên Erebê Şemo ji bo gelek zimanên din ên cîhanê hatine wergerandin û weşandin. Lê mixabin berhema wî Alav heta niha jî çap nebûye.

 

Erebê Şemo Şamîlov di 81 saliya xwe de, di 21ê Gulana 1978an de xatirê xwe ji dinyayê xwest û li Yerîvanê hate veşartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst