Hunermend Selah Emo helbesteke Melayê Cizîrî kire klîp

21-04-2018
Besam Mistefa
Navê stranê Hebîbî ye
Navê stranê Hebîbî ye
Nîşan Selah Emo Melayê Cizîrî Stran Helbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Selah Emo straneke nû bi navê “Hebîbî” ji gotinên helbestvanê Kurd yê mezin Melayê Cizîrî wek vîdyo-klîb amade û belav kir.

 

Selah Emo bi xwe awaza strana xwe ya nû daniye û performansa stranê ji aliyê koma Çarmend a Selah Emo ve hatiye cîbicîkirin û li dêra bajarê Lilienfeld yê Nemsayê hatiye wênegirtin.

 

Gencekî Rojavayê Kurdistanê û semavaneke Alman di klîbê de semayê dikin. Vîdyo-klîb ji aliyê derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Ozgun Yarar ve hatiye derhênankirin.

 

Melayê Cizîrî bi helbestên xwe yên îlahî û xezelî û dildariyê, ji hunermendên Kurd re bûye makder û çavkaniyeke tije durr û gewher.

 

Hunermend Selah Emo vê carê berê xwe da cîhana Cizîrî ya kûr û dûr û çend malik ji helbesta wî ya bi navê “Bi narê furqetê suhtim”, li jêr navnîşana “Hebîbî” kir stran û vîdeo-klîbeke cuda jê çêkir û li dêreke Nemsayê wêneya wê girt.

 

Cizîrî di vê helbesta xwe ya ku Selah Emo bi deng û stîla xwe ya taybet kiriye stran, wiha dibêje:

 

“Hebîbê bê xeta kuştim, ji derba firqetê axir.

Ji wê rojê dizanî min, ku yar ew tîr li cergê da.

Kesê mihnet dî û firqet, vexwarî cir'eya hicrê.

Girî wan tê bi halê min, di vê hicran û zecrê da.

Gelo dîsa bibînim ez, çirayê wesletê hil bit,

Bisojim şubhê perwanê, di ber wê nûr û şewqê da.”

 

Di vîdeo-kîlba xwe ya nû de ku ji aliyê Ozgur Yara ve hatiye derhênankirin, Selah Emo hewl dide bi riya sema û reqsa derwêşan, helbesta Melayê Cizirî û felsefeya Mewlanayê Rumî bîne ba hev. Çimkî Cizîrî dixwest bi riya helbestên xwe bi afirîner re bibe yek û fîlosofiya Rûmî jî ya yekîtiya bi afirîner re bû.

 

Di klîba nû ya Emo de, dîmen ruhiyeta felsefeya Rûmî nîşan didin û di aliyê wêjeyî de jî ruhiyeta edebiyata kurdî ya sofîgeriyê derdibire ku Emo wan bi riya muzîka xwe tîne cem hev.

 

Strana nû ya Emo yek ji çend helbestên Melayê Cizîrî ye ku Emo awaz ji wan re daniye û hazir kiriye, lê ji ber xerciya zêde ya berhemanîna vê projeya hunerî, pêwistiya wî bi sponserekî heye ku li vî karî xwedî derkeve.

 

Selah Emo li Dirbêsiya Binxetê ji dayik bûye. Sala 2004an Peymangeha Bilind a Muzîkê li Şamê xilas kir û ji sala 2013an ve li Nemsayê dijî û bi kar û berhemên xwe yên hunerî bala navendên muzîkê yên wî welatî kişand û karên wî yên hevbeş bi Orkestra Viennayê re jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst