Lane Zengene klîpek nû belav dike

19-10-2016
RÛDAW
Stranbêja Kurd, Lane Zengene
Stranbêja Kurd, Lane Zengene
Nîşan Stranbêj Kurd Lane Zengene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda stranbêj a Kurd, Lane Zengene bo cara yekem beşek ji klîpa xwe bi rêya Rûdawê belav kir, ku mûzîk û strana wê bi şêwaza pop berhem hatiye.

 

Lane Zengene di bareya klîpa xwe ya nû de ji Rûdawê re ragihand: “Hemû karên vê vîdyo klîpê bi dawî bûne û di demek nêzîk de dê were belavkirin.”

 

Lane Zengene got: “Min di vê berhemê de çend stran amade kirine, ku mûzîk û stranên wan bi şêwaza Pop hatine tomarkirin. Li gel wê çendê jî şêwaza wênegirtin û tomarkirina dîmenan bi awayekê gelek profesyonel û li Hewlêrê hatiye encamdan.”

 

Zengene tekez kir: “Min çend stranên hunermend Nûrî Germiyanî, yên weke Melengê û Beyan dubare kirine, ku li Tirkiyê karê dabeşkirin û tomarkirina mûzîka wan hatiye encamdan. Yûsif Leşkerî jî bi şêweyeke gelek cuda karê derhêneriya wî klîpî kiriye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst