Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma derhênerê genc Mehmet Ûlûç “Çîroka Wenda”, di Festîvala Fîlman Indiewiseê derbasî qonaxa fînalê bû.
Festîvala Fîlman a Indiewiseê bi rêya nîgaşî tê çêkirin ku bi sedan fîlm beşdarî wê dibin û belgefîlma kurdî 'Çîroka Wenda' jî karî navê xwe li fînalê binivîse.
Herwiha, 'Çîroka Wenda' hêj li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derneketiye pêş temaşevanan, lê li welatên Amerîka û Asyayê beşdarî çend festîvalên fîlmên navneteweyî bû û li ‘Culture Unplugged’ê derbasî fînalê bû.
Belgefîlm, piştî festîvalên navneteweyî dê li Îzmîr û Enqererê were pêşandan.
Çîroka veqetîn û lêgerînê
Di belgefîlmê de behsa jev veqetîna 2 birayên ermenî, Boxûz û Xelîl, dike ku piştî bûyerên 1915ê careke din hevdin nabînin. Xelîl, berê xwe dide gundê Meşqoqa Simêlaya Mêrdînê ve û li wê derê dibe musliman. Ew li birayê xwe yê wenda Boxûz digere lê wî nabîne. Lêgerîna wî ji aliyê zarok û newiyên wî ve berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse