Li Girgê Legê şevberka helbestan hat lidarxistin

19-01-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dêrik (Rûdaw) - Komîteya amadekar a festîvala helbesta kurdî li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê şevberka helbestê hat lidarxistin.

Di şevberka  bajarokê Girkê Legê de yê ser bi bajarê Dêrîkê ve çend helbestvan ji bajar û bajarokên cuda yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û helbestên xwe xwendin.

Di helbestan de, êş û azarên koçberiyê, zilm û zordariya li ser gelê kurd û herwiha xewna serxwebûn û damezrandina dewleta kurd hatin vegotin.

Herwiha komîteya amakedar a şevberka helbestan diyar kir, ev şevberek dê li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bên lidarxistin û herwiha dê semînarên rexneyî û pêşangehên hunerî jî weke amadekarî ji bo festîvala salane ya helbesta kurdî bên amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst