Sînemaya kurdî li cîhanê baskê xwe vedike

19-01-2015
Ergülen Toprak
A+ A-

 

New York (Rûdaw) – Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî ku li Los Angelesê dijî, ji bo sînemaya kurdî di sînemaya cîhanê de cihê xwe bigire dixwaze Komelaya Fîlma ya Neteweya Kurdistanê (KNFF) “Kurdistan National Film Foundation” ava bike.

 

Cano Rojbeyanîji Rûdawê re got xebatên avakirina KNFFê dê heta meha nîsanê xilas bibe û herwiha navenda wê jî dê li Hewlerê be.

 

Rojbeyanî wiha got: “Xebatên avakirina KNFF hêj didomin. Dema ku me komelê avakir emê wê li Amerîka û Neteweyên Yekbûyî tomar bikin. Navenda me dê li Hewlêrê be lê çalakiyên me dê navnetewî bin. Armanc ew e ku em sînemaya kurdî pêşve bibin. Bi taybetî emê ji bo jin û ciwanan bibin alîkar.”

 

Rojbeyanîdiyar kir ku di navenda cihê çalakiyên komeleyê de beşên montaj, deng, teknîkî, fîlm, pirtûk, salona nîşandina fîlman û polên perwerdeyê hebin.


 

Fîlmên Kurdistanê didin nasîn 

Derhênerê kurd anî ziman ku armanca wan ne qezenckirina pereya ne û ewê derfetê bidin derhenêrên kurd ji bo fîlmên xwe bikişînin û wiha domand:

 

“Emê ji bo fîlm û belgefîlmên ku kurd û Kurdistanê li cîhanê didin nasîn, bibin sponsor. Emê bi taybetî jî ji bo fîlmên li ser jiyana jinan bên çêkirin, alîkariyê bidin.  Yek ji mebestên me ew e ku em her sal festivala fîlma lidar bixin. Bi saya vê yekê jî emê kesên ku bi sînemayê re eleqeder bînin ba hev. Herwiha emê alikariyê bidin sînemagerên kurd.”

 

Cano Rojbeyanî da zanîn ew bi xwe jî dê xebatên xwe yên sînemayê dê di bin banê KNFFê de bike û got: “Ez niha li ser rêzefîlmeke dixebitin û min belgefilmek li ser civaka êzîdî çêkiriye.”

 

Filmên Rojbeyanî, “Chaplin of the Mountains”,  “Yek Momik Du Momik” û “Jiyan” him li medaya Ewrûpa him jî Amerîkayê bilind hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst