Galeriya wêneyan

18-05-2024
13 Photos
RÛDAW

Stêrkên sînemaya cîhanê li bajarê Cannesê yê Fransayê li ser xalîçeya Sor a Festîvala Fîlman a Cannesê ne.

Taybetmendiyeke balkêş a festîvala îsal, derketina dirûşme û remzên pêwendîdar ên şerê Xezeyê ne.

Laura Blajman ji êrîşên 7ê Çiriya Pêşîn ên Îsraîlê rizgar bûye.

Laura Blajmanê li ser xalîçeya sor a Festîvala Fîlman a Cannesê, bi kincên zer ên ku wêneyên hin kesên ku wekî rehîne ne di destê Hemasê de li xwe kiribû.

Laura Blajmanê banga serbestberdana dîlên di destê Hamasê de kir.

 Di vê navberê de, lîstikvana Fransî Leila Bakhtiyê li ser xalîçeya derket ser xalîçeya sor.

Yek ji belgefîlmên ku roja îniyê hat pêşandan bi navê "The Belle of Gaza " bû lê ti pêwendiya wî bi şerê niha re nîne.

 Fîlmeke din ê bi navê “To a Land Unknown\ Li Welatek Nenas” ya derhênerê Filistînî Mahdî Fleifel  jî di festîvalê de tê nîşandan. F

îlm çîroka du pismamên Filistînî vedibêje ku li kampeke penaberên Libnanî mezin bûne û hewl didin ji Yûnanistanê biçin Almanyayê da ku jiyaneke xweştir bijîn.

 Li aliyê din tekane fîlmê Îsraîlî ya ku di festîvalê de tê nîşandan,”It's Not Time for Pop \Ne Dema Popê ye.”

 Piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî Îsraîlê kir, şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû.

Ji wê demê ve Îsraîl bi tundî Xezeyê bombebaran dike.

Heta niha 35 hezar û 272 kes ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.

Foto: AFP