Festîvala Fîlm a Duhokê bi dawî tê û xelat tên dabeşkirin

16-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Êvariya îro 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê dawî pê tê û dê xelat bi ser serkevtiyên festîvalê de werin dabeşkirin.

 

Îro 16ê Îlonê, dawî bi çaremîn Festîvala Navdewletî ya Duhokê tê ku bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve çû.

 

Li gorî bernameya roja dawî ya festîvalê, biryar e xelat bi ser serkevtiyên festîvalê de bihê dabeşkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Derbaz Yûnis ragihand: “Amadekariyên timam bo merasîma dabeşkirina xelatan bi ser kesên Yekem de hatiye kriin û niha li ser mafûra sor pêşwazî li mêvan û aktor û derhêneran tê kirin.”

 

Derbaz Yûnis got: “Xelatên ku dê di merasîma êvariya îro ya festîvalê de werin dabeşkirin, ev in: Xelata baştirîn fîlm, baştirîn derhêner, baştirîn senariyo, baştirîn fîlma dirêj a Kurdî, baştirîn kurte fîlma Kurdî, baştirîn kurte fîlma biyanî, xelata dadweran bo kurte fîlma Kurdî, xelata Rêxistina Sînema bo Aştiyê, xelata peymangeha Fransî bo baştirîn belge fîlma navdewletî.”

 

Di festîvala îsl de cuda ji salên borî, nêzîkî 600 bilît bo wna kesan hatiye dabînkirin, da ku beşdarî di roja dawîn a festîvalê de bikin û tê pêşbînîkirin, ku gelek mêvan amade bibin.

 

Herwiha îro ti fîlm nayên nimayişkirin, tenê li Mazy Mall a Duhokê çend fîlm dê werin pêşandna.

 

Êvariya roja Înê 9ê Îlona 2016. çaremîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li nimayişkirina fîlma Reşeba ji derhênana Hisên Hesen li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistaê dest pê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst