Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda kurd Rojîn ku dixwest here navçeya Silopiyê ya Şirnexê û alîkariya koçberên êzîdî yên ji ber DAIŞê ji Şingalê reviyane wir, bike ji mirinê filitî.
Hunermend Rojîn û 3 polîsên ku pasewaniya wê dikirin, îro ji Amedê ber bi navçeya Silopî ya Şirnexê ve diçûn lê di rê de otomobîla wan bi otomobîla ku ji Mêrdînê dihat, qeza kir.
Di bûyerê de 3 polîsên pasewanên Rojînê jiyana xwe ji dest dan. Navên wan polîsên ku di bûyerê de mirin, ev in: Ahmet Yildirim, Omer Mercimek, Sitki Kara.
Hunermend Pelîn Batû ku di dema bûyerê de bi Rojînê re bû, ji DHAyê re got, ji ber wê bûyerê Rojîn gellekî xemgîn bûye û wiha axivî: “Em diçûn Silopî ku alîkariya êzîdiyên ku ji ber DAIŞê reviyane bikin.”
Pelîn Batû wiha domand: “Rojînê dixwest rewşa jin û zarokên êzîdî yên li Silopiyê ji nêzîk ve bibîne. Me dixwest bizanin ka em dikarin çawa alîkariya wan bikin...”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse