Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn ku ev 8 roj in li bajarê Kolnê yê Almanyayê di nexweşxaneyê de ye, xetera ku li ser jiyana wî hebû, derbas bû û niha rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe.
Hunermend Xelîl Xemgîn bi giranî bi coronayê ketiye û vîrusê xetiriyeke mezin li ser jiyana wî çêkiribû û demekê ji ser hişê xwe çûbû.
Helbestvanê Kurd Hekîm Sefkan ji Rûdawê re got, ew ji nêzîk ve rewşa hunermend Xelîl Xemgîn dişopîne, niha baş e û êdî di vê demê de xetera ku li ser jiyana wî hebû nema ye.
Herwiha Xelîl Xemgîn bixwe jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê rewşa xwe de got: “Îro dikarim peyamên we bibersivînim. Tiliyên min êdî , edî dikarin bilivin… Birêzdarî we hemiyan sipas dikim. Zanim min dilê we êşand. Ez baş dibim, merheleya metirsîdar min derbas kir. Rêz û silavên ji dil.”
Xelîl Xemgîn, yek ji hunermendên Kurd yê naskirî ye, xelkê Efrînê ye, bavê 2 keçan e û ev bêhtirî 30 salan e li Almanya dijî, gelek berhemên hunerî pêşkêş kirine.
Îro dikarim peyamên we bibersivînim.
— Xelil Xemgin (@X_Xemgin) May 15, 2021
Tiliyên min êdî , edî dikarin bilivin…
Birêzdarî we hemya sipas dikim.
Zanim min dilê we êşand.
Ez başdim, merheleya metirîdar min derbaz kir..rêz û silavên ji dil🙏🙏 pic.twitter.com/HC8rZWZ13W
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse