Li Festîvala Fîlman a Cannesê çendîn fîlmên nû têne nimayîşkirin

16-05-2019
Ala Şalî
Ala Şalî
Hejmarek ji temaşevanên sînemayê ji bo temaşekirina fîlmên nû li festîvalê ne
Hejmarek ji temaşevanên sînemayê ji bo temaşekirina fîlmên nû li festîvalê ne
Nîşan Cannes Festîval Fîlm
A+ A-

Cannes (Rûdaw) – Li 72yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê, çendîn fîlmên sînemayî têne pêşandan ku gelek ji wan cara ewil e ku têne nimayîşkirin, hejmarek ji temaşevanên sînemayê jî ji bo dîtina wan fîlman li festîvalê ne.

 

Temaşevanekî ku ji bo dîtina fîlmên nû hatiye festîvalê, dibêje: “Ez dixwazim eger bikarim, neh hezar û 920 fîlm temaşe bikim.”

 

Her roj, fîlmên ku li Festîvala Cannesê di rikeberiyê de ne, çendîn car têne pêşandan, hinek kes ketine pey peydakirina bilêtekê ji bo temaşekirina fîlman, ji ber ku hinek ji wan fîlman cara ewil e ku têne pêşandan û temaşevanên sînemayê jî dixwazin berî her kesî wan fîlman temaşe bikin.

 

Beşdarek dibêje ku wî îro fîlma "Mirî Namirin" temaşe kiriye û ew dixwaze hemû fîlman temaşe bike.

 

Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Cannesê de çendîn fîlmên din têne pêşandan, sala derbasbûyî nêzîkî sê hezar û 820 fîlm û 650 belgefîlm hatin nimayîşkirin.

 

Îsal di pênc holên sînemayê de di nav 11 rojan de, her roj 21 fîlmên ku di rikeberiyê de ne, çendîn car têne pêşandan, hinek ji wan fîlman du – sê, hinek jî heta şeş caran têne nimayîşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst