Zarokên Rojavayî li ser kanala Denmarkî

16-05-2018
Emrah Akbulak
A+ A-

Aarhus (Rûdaw) – Du zarokên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dê di bernameya zarokan a kanaleke Denmarkî de rol bigirin.

 

Amîne ya 9 salî û birayê wê Ebdillahê 7 salî dê di kanala Denmarkî ya bi navê DR Ramasjang de di bernameya “Zarokên Min” de bilîzin.

 

Amîne û Ebdillah ji ber zîrektiya xwe bala kanala Denmarkî kişandine.

 

Ev bername ji bo zarokan hatiye amadekirin daku zarok ji sirûştê hez bikin û ji şer û xirabiyê dûr bikevin.

 

Hunermendê Kurd Birîndar Heso bavê van zarokan e.

 

(Birîndar Heso, Amîne û Ebdillah)

 

Birîndar Heso ji Rûdawê re axivî û got; “Ez şanazî bi zarokên xwe re dikim. Li vê derê ji bo bernameyên wiha Misliman, Kurd û Ereb nayê qebûlkirin lê belê kanala DR Ramajang, ji ber zîrektiya zarokên min ew di nav 10 zarokên Denmarkî de hilbijartin”

 

Heso da xuyakirin ku ev serkeftina bûye cihê şanaziyê û ji bo Kurdan jî tiştekî baş e.

 

Amîne beşa şanoyê dixwîne û ji niha ve her du zarokên Rojavayî di dibistana xwe de navdar bûne

 

Ev bername ji 5 beşan pêktê û beşa yekem dê roja dûşemê were weşandin.



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst