Galeriya wêneyan

16-03-2019
13 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 16ê Adarê  bi boneya 31emîn salvegera komkujiya Helebceyê li Parka Şar a Hewlêrê şanoyek ji bo bibîranînakîmyabarankirina Helebceyê hat pêşadan.

Şanoya bi navê “Bîranînek bo Helebce” ji aliyê Hîwaq Suad ve hate nivîsîn û derhênanîn. Şano di 15 xulekan de behsa serboriyên gelê Kurd dike.

Di şanoyê de 5 şanogerên jin bi navên Ejîn Bêlaf, Sonya Hîwa, Şeyma Feryad, Kejal Hesenî û Esel Ehmed rol wergirtine.

Berpirsê ragihandina Rêveberiya Şanoya Hewlêrê Selam Bapîr ji Rûdawê re ragihand ku şano ji bo bibîranîna Helebceyê ye lê behsa hemû serboriyên bi ser gelê Kurd de hatine dike.