Piştî heyamek dirêj, li Ormiyê şanoya kurdî hat lîstin!

15-11-2015
RÛDAW
Ormiye - Şanoya kurdî
Ormiye - Şanoya kurdî
A+ A-

 

Ormiye (Rûdaw) – Piştî demek dirêj li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, şanoya kurdî hat lîstin. Şanoya bi navê “Bûka Baranê” li salona Şems a bajêr hat lîstin û rastî eleqeya mezin hat kurdan hat.

Şanoya kurdî ya bi navê “Bûka Baranê”, sê rojan li salona Şems a bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat lîstin û rastî eleqeya mezin a kurdan û mirovên hunerhez hat.

Ev bûyera çandî, piştî 10 salan li Ormiyê diqewime çimkî ji sala 2005ê ve ti şano û çalakiyeke hunerî ya kurdî li wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê nehatibû lidarxistin.

Şanoya “Bûka Baranê”, ji aliyê derhêner, lîstikvan û nivîskarê kurd Resûl Bangîn ve hatiye nivîsandin. Di şanoyê de hunermendên bi navê Şebnem Yûsifî, Sîma Nezerî û Îlham Heyderiyan lîstin.






Resûl Bangîn li bajarê Şino ji dayîk bûye lê li Ormiyê dijî. Bangîn, Serokê Enstîtuya Ehmedê Xanî bû lê enstîtu ji aliyê rêjîma îslamî ve hat girtin.

Naveroka şanoya Bûka Baranê ya Resûl Bangîn wiha ye:

Bûka Baranê, ku ji bo baran bibare xwe dixemilîne, vê carê zivistanê kincên xwe li xwe dike û daxwaza baranê dike. Lê bavê bûz û sermayê dibe aşiqê wê û jê re dibêje, eger tu nebî maşûqa min ezê hemû dinyayê bicemidînim û ji nav bibim. Bûka Baranê daxwaziya wî qebûl nake ji ber wê jî bavê bûzê dinyayê dicemidîne, Bûka Baranê jî xwe davêje nav deryayê û dibêje, heta xelk ji dil gazî min nekin ez ji nav avê denakevim…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst