Malbata nijadperest Hulya Avşar red kir

14-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Malbateke nijadperest a tirk, rê nedan Hulya Avşar di fîlma li ser endamê malbatê wan de bê kişandin, bilîze.

 

Li Tirkiyeyê derbarê jiyana nijadperestê tirk Mustafa Pehlivanoglu de ku di serdema derbeya leşkerî ya 1980an de hatibû îdamkirin, fîlmek bi navê “Nameya Xatirxwaziyê – Havîna Enqereyê (Veda Mektubu – Ankara Yazı)” dê were kişandin.

 

Biryar bû lîstikvana kurd a navdar Hulya Avşar di rola dayîka Mustafa Pehlivanoglu de bilîze, lê malbata Pehlivanoglu li dijî wê yekê derket û ragihandin ew naxwazin Hulya Avşar wê fîlmê de rolê bigire.

 

Birayê Mustafa Pehlivanoglu yê bi navê Oktay Firtina, ji bo kişandinê du şert dan çêkerê fîlmê. Şertê yekemîn ê malbatê ew e ku Avşar di fîlmê de rolê negire û şertê duyem jî strana Ahmet Kaya ku ew jî kurd e, ya bi navê “Şafak Turkusu (Strana Şeveqê)” bi kar ne hîne ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst