Yilmaz Erdogan fîlmekî li ser jiyana Şêx Seîd çêdike

14-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn derhêner û lîstikvanê sînemayê yê kurd ê Tirkiyê Yilmaz Erdogan, dê fîlmekî li ser Şêx Seîdê Pîran çêbike.

Li gorî ajansên Tirkiyê, Yilmaz Erdogan li ser pêşniyara hevjîna xwe Belçîm Bîlgîn ku neviya birayê Şêx Seîd e, dê fîlmekî li ser Şêx Seîd çêbike.

Di nûçeyê de hat gotin ku Erdogan dest bi amadekariyên çêkirina fîlmê kiriye.

Hevjîna Yilmaz Erdogan Belçîm Bîlgîn ku bixwe jî lîstikvana sînemayê ye, li ser vê yekê wiha got: “Gelek aliyên jiyana Şêx Seîd heye ku divê bên vegotin. Ji ber wê jî min ji Yilmaz xwast vê yekê bike fîlm.”

Bîlgîn diyar kir ku hevjînê wê Yilmaz Erdogan jî pêşniyara wê qebûl kiriye û dest bi amadekariyên fîlmê kiriye.

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîran sala 1865 li Xinûsa Erzîromê ji dayik bûye. Şêx Seîd yek ji şêxên neqşebendî, pêşawa û şoreşgerê kurd bû. Di sala 1925'an de li bakurê Kurdistanê serhildan da destpêkirin.

Li hemberî zordestiya kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13'ê Kanûna 1925'an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewamkirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10'ê Gulana 1925'an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Amedê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di Hezîrana1925'an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29'ê Hezîrana 1925'ê de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst