Cihê ku Feqîyê Teyran û Seîdê Kurdî li wir perwerde bûn

13-12-2014
A+ A-

 

Wan (Rûdaw)- Li navçeya Miksê ya girêdayî Wanê medreseya ku Feqîyê Teyran û Seîdê Kurdî lê perwerde bûnê tê nû nûkirin.

 

Medreseya ku ji aliyê mîrê kurd Mîr Hesên Welî ve hatî çêkirin û salên  dawî hilweşayî li şûna wê ji aliyê Komeleya Mîr Hesên ve li rex Pira Sor medreseyek nû tê avakirin.

 

Medreseya ku ji sala 2013an ve dest bi çêkirana wê hatiye kirin û ji 5 qatan pêk tê, niha tê avakirin.

 

Serokê Reveberiya Komeleya Mîr Hesên, Garip Aykut ji Rûdawê re ragihand ku wan medrese bi alikariya xwecihên navçeyê û şaredariyê çêkirin.

 

Aykut yê ku hem Serokê Şaredarê Miksê ye, diyar kir ku ew plandikên avahiyê heta payîza sala 2015an bidawî bîne û wiha got:

 

“Beşek ji medreseyê ji bo cihê razanê dibe û nêzîkî 200 xwendaker dê bikaribin tê de razên. Herwiha cihê konferans, xwarin, xwendin, pirtûkxanê û fergehê jî hebe.”

 

Aykut da zanin dê ne bi tenê dersên olî bê dayîn, dê perwerdeya Kurdolojiyê jî hebe û got, “Ligel dersên olî dersên zimanê kurdî, dîroka kurdan, felsefe, mantiq û civaknasî jî bê dayîn. Ji bo van beşan mamosteyên kurd hene û dema medrese bê vekirin ew mamoste jî dê bên erkdarkirin.”

 

Aykut anî ziman ku ew dixwazin dîrokek neyê windakirin û wiha pê de çû:

 

“Medreseya Mîr Hesên di cîhanê de medreseya duyemîn e. Ew medresê niha wêran bûye. Ji bo ew dîrok winda nebe me xwest li şûna medreseyek nû ava bikin. Mîr Hesên bi tenê beg bû herwiha zanayej mezin jî bû. Melê Hemzê, Feqîyê Teyran û gellek zanayên kurd li wê medreseyê perwerde bûne û li wir ders dane.”

 

Medreseya ku sedsala 16. ku ji aliyê Mîr Hesên Welî ve hatî çêkirin tevahiya wê wêran bûye, bi tenê du kitabe mane.

 

Tê gotin Seîdê Kurdî û Mele Abdulkerimê ders dayî wî jî li Medresa Mîr Hesên Welî mane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst