Fîlma kurdî ya “Mêşvan” di festîvala Îtalya de bû yekem

13-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Îtalya (Rûdaw) - Filma Derhinêrê kurd Mano Xelil xelata yekem a Festîvala Sînama a Navnetewî a Bozena Îtalyayê ya 2014 stand.

 

Filma Mano Xelîl a bi navê “Mêşvan” îro (13.4.2014) di festîvala navnetewî ya Italian Bozen Film Festivalê ku ji roja 9ê Nisanê heta 13 Nisana 2014 li dar ket, hêjayî xelata yekem hat dîtin.

 

Ev xelat bû xelata heştemîn a navnetewî ku filma derhênerê kurd Mano Xelîl bi dest dixe.

 

Fîlm behsa jiyana mirovekî kurd dike ku navê wî Ibrahîm Gezer e lê jê re dibêjin “Apê Îrbom”

 

Apê Îrbom bi eslê xwe ji bajarê Elbistanê yê Tirkiyê ye û heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdistanê bû, lê mixabin, ji ber zilm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bû.

 

Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û ew neçar ma bereve û weke penaber here Swîsra.

 

Her ku Apê Îrbom gellek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê mirovahiya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji însan re winda nake.

 

Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.

 

Mano Xelîl niha li Herêma Kurditanê filma xwe ya nû bi navê “Hechecîk” diksîne. Kişandina filma Hechecîk heta roja 24 Nisanê bedewam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst