‘Bihara Kurdan’ / Iraq dê perçe bibe

13-01-2015
Ergülen Toprak
A+ A-

 

New York (Rûdaw) – Mamsoteyê Zanîngeha Columbia David Phillips ku lêkolînan ser rewşa kurdan dike, pirtûkek bi navê "The Kurdish Spring (Bihara Kurdan – Nexşeya Rojhilata Navîn a Nû)" nivîsand.

Şêwirmendê Wezareta Derve yê Amerîkayê yê berê û Serokê Beşa Mafên Mirovan û Aşîtiyê yê Zanîngeha Columbiayê David Phillips di pirtûka xwe ya nû de li ser pirsgirêka kurdan û rewşa Rojhilata Navîn lêkolîn kiriye.

Phillips di pirtûka xwe de bal kişand ser wê yekê ku kurd li cîhanê netewa bêdewlet a nifûsa wê herî zêde ye û dibêje li gorî texminan 32 milyon kurd li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê hene.

Pirtûk êrişên ereban, osmaniyan û Îranê yên ku li ser kurdan hinekî zelal dike. Herwiha pirtûk, rewşa kurdan çawa ku ji bindestiyê derbasî berxwedanê bûyê jî ronî dike.

David Phillips behsa zilma di dema derbeya 12 Îlonê de ku tirkan li kurdan kirî û wek kronolojîk serhildanên kurdan ên sedsala dawî jî dike.

Iraq dê perçe bibe

Phillips pêşbînî dike ku Iraqê perçe bibe û dibêje ewle û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê girêdayî hevkariya ligel kurdan e.

Di nivîsa nasîna pirtûkê de wiha hatiye gotin: “Ev pirtûk ji bo xwêneran perspektifên nû derbarê bêdadiya dewletên xwedî hez û desthilatiyê de pêşniyar dike.”

Phillips hevkariya Amerîka û kurdan diparêze. Herwiha di nivîsên xwe yên dawî de behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê û pêwistiya pêwendiyên di navbera rêvebiriya Obama û rayedarên PYD de dike.

Wek tê zanîn Phillips gellek çaran diçe Tirkiye û Kurdistanê û li cihê bûyeran lêkolinan dike.

Ew beriya niha şêwirmendê Wezareta Derve yê Amerika yê serdama hikûmeta Clionton û Bush û yê niha Obama bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst