Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekarê kurd ê bi navê Jiwar stranek ji stîla rap amadekirî ye û ser malperên civakî rastî eleqeyek mezin tê.
Jiwarê ji navçeya Nisêbîna parêzgeha Mêrdînê ji Rûdawê re diyar kir, piştî xebateke dirêj projeya xwe qedand û wiha got: “Me xwest zehmetî û êşa kurdî bînim ziman.”
Jiwar da zanîn strana bi navê “Ez Azad im” gotinê wê, wî nivîsandiye û beriya 6 mehan dest bi kişandina klîpe kiribûn û beriya 3 hefteyan jî projeya wan qediya.
Tîma Req Yapim ji bo hunermendê nisêbînî Jiwar, ev klîp belaş kişandiye.
JIWAR - Ez Azad im
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse